Pêvajo dikeve sala xwe ya yekem: Divê muxatab azad be
- 13:00 26 Sibat 2026
- Rojane
Bûşra Turan
WAN - Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kurt da zanîn ku aştî bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkhatina paradîgamayê wê bê avakirin û got: “Divê Birêz Ocalan azad bibe û demildest mafê hêviyê pêk bê. Heta aştî neyê vî welatî em ê têbikoşin. Aştî wêrekî, samimiyetê dixwaze.”
Banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir salekê li pey xwe dihêle. Lê êrîşên hêzên hegemon yên li ser gelan roj bi roj zêde dibin. Li dijî êrîşên di 6’ê Çile de li ser Rojava hatin destpêkirin, berxwedana gelê Kurd li her derê cîhanê didome. Her wiha tecrîda li ser Abdullah Ocalan jî tevî biryara ‘mafê hêviyê’ ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) didome.
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Gulşen Kurt der barê pêvajoyê de, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan de nirxandin kir.
Gulşen Kurt da zanîn ku gelê Kurd ji bo mafên xwe bi salane têdikoşin û ji bo aştiyê gavan davêje û got: “Divê dewlet di vê astê de êdî gavan bavêje. Bi banga Birêz Ocalan re pêvajoyeke çareseriyê dest pê kir. PKK’ê çek şewitandin, xwe fesh kir, pêvajoya pevçûnê bidawî kir û pêvajo derbasî zemîneke demokratîk ir. Ev gavên şênber bûn. Lê delwetê hîna gaveke cidî û şênber navêtiye. Vê jî bi gel re fikar û bêaramîbûn afirandiye.”
‘Gelê Kurd bi komployek mezin re rû bi rû ye’
Gulşen Kurt daxuyakirin ku banga 27’ê Sibatê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn girîng e û wiha domand: “Li Rojhilata Navîn gelê Kurd bi komployek mezin re rû bi rû ne. Di 2014’an de li Rojava bi pêşengiya jinan li dijî çeteyan têkoşînek mezin hat dayîn. Lê îro dîsa netew dewletan bi çeteyan re tifaq kirine. Hedefa wan paradîgma Birêz Ocalan ya li Rojava ketiye jiyanê ye. Lê ev komploya hat meşandin ji bo veneguhere komkujiya Kurd-Ereban, Birêz Ocalan bi dîplomasî û muzakereyê pêşî lê girt.”
‘Jin azad nebin civak jî azad nabe’
Gulşen Kurt denîşan kir ku jin wek kirdeyên têkoşînê ji bo aştî pêk bê û jiyana demokratîk bê avakirin di eniya pêş de cih digirin û bi hişmendiya parastina cewherî û rêxistibûnê têkoşînê dimeşînin. Gulşen Kurt wiha dirêjî dayê: “Paradîgma azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê dibe îlham. Em dizanin ku azadiya civakê bi azadiya jinan pêkane. Em bi vê hişmendiyê xebatên xwe dimeşînin.Ji bo aştî pêk bê û pêvajo bimeşe divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin û mafê hêviyê pêk bê. Aştî samimiyetê û wêrekiyê dixwaze. Divê dewlet gavê bavêje. Bendewariya gel di vî alî de ye.”







