Li Cizîrê Navenda Piştevaniyê ya Jinan tê vekirin

  • 11:33 26 Sibat 2026
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
ŞIRNEX - Navenda Piştevaniya Jinan a Sitiya Zîn 10 sal berê bi destê qeyûm hat girtin. Ji aliyê şaredariya Cizîrê ve li şûna wê niha Navenda Piştevaniya Jinan a Berîvan Kutlu tê vekirin.
 
Şaredariya Cizîrê xebatên jinan bê navber didomeîne û di demeke nêz de Mexazeya Piştevaniya Jinan a Kezî vekir. Piştî Keziyê jî niha Navenda Piştevaniya Jinan a Berîvan Kutlu tê vekirin. 10 sal berê bi tayînkirina qeyûman re hemû saziyên jinan hatin girtin. Yek ji vê jî Navenda Piştevaniya Jinan a Sitiya Zîn bû. Piştî ku şaredarî ketin bin rêveberiya DEM Partiyê, xebatên ji bo jin û zarokan ji nû ve hatin destpêkirin. Şaredarî tevî hemû astengiyan navenda ku 10 sal berê hatiye girtin, ji nû ve vedike.
 
Civaknas Yasemîn Îneç Alkan ku di Navenda Piştevaniya Jinan a Berîvan Kutlu de dixebite, xebatên ku di bin navendê de wê bên meşandin vegot.
 
‘Em vekirinê dipên’
 
Yasemîn Îneç Alkan da zanîn ku  10 sal berê di bin banê şaredariyê de navenda piştevaniya jinan hebûye û bi qeyûman re ev navend hatiye girtin. Yasemîn Îneç alkan wiha got: “Piştî hilbijartinên herêmî yên 2024’an şûnde ewil Midûriyeta Polîtîkaya Jinan hat vekirin. Ligel vê çend hevalên me yên ji kar hatibûn avêtin dîsa hatin girtin. Ji nûve me dest bi xebatên xwe kir. amadekariyên navenda me temam bûne. Em li bendê vekirinê ne.”
 
‘Di sê qadan de xebat tên meşandin’
 
Yasemîn Îneç Alkan diyar kir ku niha di sê qadan de xebatan dimeşînin û wiha anî ziman: “Yekîneya perwerdehiyê, yekîneya aboriyê û yekîneya têkoşîna li dijî tundiyê heye. Em xwedî qadeke xebatê ya kolektîfin. Ez niha di yekîneya têkoşînê de aktîf dixebitim. Li navendê piştgiriya civakî, psîkolojîk, edlî û pitşevaniyê tên meşandin. Xwegîhandina jinan a psîkologan di alî civakî de aborî de zehmetin. Ji ber vê nayê tercîhkirin. Di vî alî de navend karê wan hêsan dike û xizmetê dide. Bi baroyan re jî protolola me heye. Piştgirî ji bo jinan tê dayîn.”
 
Di mexazaya piştevaniyê de xebat tê meşandin
 
Yasemîn Îneç Alkan destnîşan kir ku di qada civakî de jî xebat tên meşandin û di esasa daxwazan de piştgiriya jinan dikin. Yasemîn Îneç Alkan ev tişt vegot: “Heman demê de em hewcedariyan bi jinan re diyar dikin.Yekîneya me ya aboriyê jî aktîf dixebite. Niha mexazeya me di faliyetê de ye. Mexaze bi hevkariya esnaf, karsaz û kedkaran dixebite. Xwe digihînin kesên hewcedariyên wan hene.”
 
‘Li gelek taxan semîner hatin dayîn’
 
Yasemîn Îneç Alkan balkişand ser yekîneya perwerdehiyê û got: “Di her mijara hewcedarî pê hebe de bi jinan re perwerdehî tê dayîn. Heta niha di mijarên wekê penceşêra memikan, malzarokê, zayenda civakî, tiryarkbûn û destdirêjiyê de li gelek taxan semîner hat dayîn. Nebûna navendekê a li bajar kêmasî bû. Ji ber vê jî me hewcedarî bi vê navendê dît. Di demek nêz de wê navenda me bê vekirin.Em ê li cihê ku jin û zarok mexdur bin şopdarê doza wan bin.”