Şikeft ji firoşkarên tiryakê re bû cih!
- 09:02 8 Sibat 2026
- Rojane
Derya Ren - Gulistan Gulmuş
RIHA - Şikeftên ji bo sewalkariyê dihatin bikaranîn, îro bûne navenda bazirganiya tiryakê û bêdengiya rayedaran jî bazirganiya jehrê roj bi roj mezin dike.
Li navçeya Eyyubiye ya Rihayê, şikeftên li nêzî taxên Topdagi, Muradiye û mezata berê (bazara sewalan) bûne cihê firoşkarên tiryakê û bikaranînê. Hejmara şikeftên li ser çiya û giran nayê zanîn, lê tên texmînkirin ku nêzî 500’î ne. Piranî şikeft bi riyên xwezayî çêbûne û piranî jî bi destê mirovan hatine çêkirin.
Di salên borî dê de piranî şikeft wek cihên xwedîkirina sewalan dihat bikaranîn. Lê ji ber krîza aborî ya li welat, piranî şikeft hatin valakirin. Şikeftên vala man, ji aliyê dewletê ve nayên kontrolkirin û her çû veguherî cihê firoşkarên tiryakê.
Pêşkêşî tiryakê kirin
Di lêkolînên der barê mijarê de me kirin, tê diyarkirin ku gelek şikeft ji aliyê firoşkarên tiryakê ve hatine xespkirin an jî bi pereyekî kêm hatine kirêkirin. Li aliyê din firoşikarên tiryakê ve li şikeftê destûra bikaranîna tiryakê jî tê didin.
Firoşkarên tiryakê
Çavkaniyekî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide wiha got: “Li her şikeftê kesek an du kes tiryakê difiroşin. Bi wesayîtên luks tên û carnan jî bi motosîkletan tên. Kesên bi navên Împarator, Firlama Kuş, Memocan firotina tiryakê dikin. Min Împarator û Memocan neditiye. Lê min Firlama Kuş dît. Jinek e. Ne tenê li vir li Qada Osmanli Mesîre jî serdest e. Min bi roj qet nedîtin. Bi şev tên vir kontrol dikin. Min ew li Qada Osmanli Mesîre dît. Wesayîta wê luks bû.”
Li nêzî şikeftan alavên tiryakê
Di lêkolîna me li dora şikeftan kir de alavên bikaranîna tiryakê bîhneke nebaş belav dikin. Kedkarên tenduristiyê ku me serî li nêrîna wan dan, diyar kirin ku madeya hişbirê zirarek mezin dide mirovan û di heman demê de ji bo hawirdorê jî rîskek mezin e.
Bê kontrol hat hiştin
Şikeftên ku ji bo herêmê xwedî wateyeke dîrokî ne, rayedaran heta niha tu tiştek nekiriye. Şikeftên li Topkapi û Murahiyeyê dişibin şikeftên Kizilkoyun yên nêzî Balikligolê.







