Dê heftiyekê li qadan bin
- 14:41 14 Mijdar 2025
- Rojane
ENQERE - Sekretera Jinan a KESK'ê DOne Gevher, bernameya çalakiyên xwe yên heftane yên di çarçoveya 25'ê Mijdarê de eşkere kir û got, "Wekî jin, em di daxwaza xwe ya jiyana bi hev re di nav aştiyê de li welatekî demokratîk de israr dikin."
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Gelemperiyê (KESK) bernameya çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî, bi civîneke çapemeniyê ku li avahiyê Sendîkaya Karmendên Gelemperiyê ya Şaxa Xizmeta Çandinî û Daristanan hate lidarxistin, eşkere kir. Sekretera Jinan a KESK'ê Done Gevher got, "Em bi biryar in ku ji bo jiyanek bê tundî, wekhev û azadiyê têbikoşin" û zarok û jinên karker ên ku di şewata ji ber xemsariyê li kargehek tijîkirina parfûmê li Dîlovasiyê derket de jiyana xwe ji dest dan, bi bîr anîn.
Done Gevher, diyar kir ku şewat yek ji encamên polîtîkayên hikûmetê ye ku civakê li gorî hewcedariyên sermayeyê ji nû ve ava dikin û keda erzan û bêewle didomînin û got, "Em li dijî vê hilweşînê ne. Em daxwaza guhertina vê pergalê, bidawîanîna keda bêewle û neqeydkirî ya ku dibe sedema mirinên li cihê kar û hesabpirsîna hemû berpirsiyaran dikin."
Para jinan tenê 51 quruş e
Done Gevher bal kişand ser Pêşnûmeqanûna Budçeya Hikûmeta Navendî ya 2026'an û got, "Di vê planê de, para jinan ji budçeya navendî tenê 51 quruş rojane ye. Jin, ku neçar in dibin kedkarên malê, karê lênêrînê bikin, neçar in ku bikevin karên kêm mûçe, bêewle û nîv-rojê."
Bi israr daxwaza aştî û civatek demokratîk dikin
Done Gevher diyar kir ku polîtîkayên hikûmetê tevî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî berdewam dikin û got, "Di şert û mercên ku gavên ber bi demokratîkbûnê ve werin avêtin û pratîkên dij-demokratîk werin terikandin de, aştiyek mayînde dê gengaz be. Wekî jin, em li ser daxwaza xwe ya jiyana bi hev re di welatekî aştîxwaz û demokratîk de israr dikin! Di tevahiya hefteyê de, em ê bi dirûşma 'Em bi biryar in ku ji bo jiyanek bê tundî, wekhev û azad têbikoşin' rêxistin û hevgirtina xwe zêde bikin da ku jiyanê li dijî tundiy mêran ji nû ve ava bikin."
Mîtîng dê were lidarxistin
Done Gevher bernameya ku KESK dê di hefteya 25'ê Mijdarê de li bajarên cuda li dar bixin jî eşkere kir û got,"Em ê doza ku kiryarê destdirêjiyê şofand bişopînin. Em ê daxwaza xwe ya edaletê di serî de ji bo Rojîn Kabaîş û hemû jinên ku tundî li wan tê kirin bidomînin. Em ê di 24'ê Mijdarê de ji hevalên xwe yên jin ên girtî re kartan bişînin û di nava hefteyê de daxuyanî û hevdîtinan li dijî bêewlehhî û tundiya mêr li dar bixin. Em ê di 25'ê Mijdarê de jî li hemû bajaran bi platformên jinan re li dijî şer, tundî û xianiyê li qadan bin. Em ê di 28;'ê Kanûnê de jî ji bo mîtînga Jinan ku em ê li Enqereyê li dar bixin jî ji tundiya mêr a li ser ked, beden û pergala mêtingeriyê re bibêjin na."







