‘Jin di darazê de ji nûve tên travmatîzekirin’
- 09:04 14 Mijdar 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Piştî tundî, destdirêjî û îstîsmarê pêvajoya darazê ji bo jinên mexdur travmayek nû ava dike. Dîlan Yilmaz der barê mijarê de axivî û got: “Jin hem ji aliyê gumanbar hem ji aliyê pergala hiqûqê ve tên sûcdarkirin. Ev rewş travmaya şexsî vediguhere travmayek civakî.”
Li Tirkiyeyê tundiya mêr her diçe zêde dibe û jinên li dijî vê dertên cara duyemîn mexdur dibin. Ji bo jinan lêgerîna edaletê pir caran vediguhere pêvajoya tundiyeke nû. Psîkolog Dîlan Yilmaz da zanîn ku di pêvajoyên darazê de jin ji nû ve tên travmatîzekirin û balkişand ser bandora psîkolojîk a zimanê zayendperest.
‘Ewlehiya jinan tune dike’
Dîlan Yilmaz destnîşan kir ku parêzerên gumanbaran uslubek ku jinan sûcdar dike bi kar tîne û wiha got: “Parêzerê gumanbaran mafê jinan naparêzin. Gumanbar dizanin ku sûc bikin jî pergala darazê ligel wan e. Ev jî travmayek duyemîn diafirîne. Parêzerên gumanbaran dikarin bêjin ‘Çima jinê etekê kin li xwe kiriye? Çima wê saetê li derve bû? Ev zirarê didin jinan. Terza jiyana jinan tê lêpirsînkirin.”
‘Gumanbarê mêr çi bike civak li gel wan e’
Dîlan Yilmaz qetilkirina Ozgecan Aslan, Îpek Er, Şule Çet bi bîr anîn û daxuyakir ku di qetilkirinan de piştgiriya raya civakî tune be tu gumabar jî ceza nagirin û ji gumanbaran re ji tehrîka bêmaf ceza tê daxistin. Dîlan Yilmaz da zanîn ku civak her tim jinan sûcdar dibîne û baweriya jinan a bi pergala hiqûqê jî kêm dibe.
Dîlan Yilmaz axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve tundiyeke sîstematîk dibînin. Mînak hîna wê rojê jinek dema diçe zanîngehê li kampusê ji aliyê mêrê ku pê re têkiliya wê hebû ve tunî lê hat kirin û tê kuştin. Tedbîrên ewlehiyê gelek kêmin. Jin ji aliyê bav, bira, hevjîn, hevalê xwe de tûndiyê dibînin. Di nava lepê tundiyê de ne. Jin di civakê de her tim sûcdar tên dîtin. Ev jî dibe sedema ku baweriya jinan bi pergala hiqûqê tune ye."
‘Jin bi tena serê xwe jî xurtin’
Dîlan Yilmaz destnîşan kir ku jin ji bo ku ji aliyê gumanbaran ve neyên şopandin ji bo agahiyên wan neyê zanîn ji çûna qerekol, edliyeyê û nivîsandina daxwaznameyê xwe dur digirin û wiha bi lêv kir: “Jin dizanin ku gumanbar ceza nagirin. Ev jî bêbaweriyeke li hember pergala hiqûqê ava dike. Jin xwe sûcdar dibînin. Jin êdî bi tena serê xwe xurtin. Jin dikarin li her derê hebin û her karî bikin. Ji bo jinan kolanên bi ewle nayên avakirin. Civakek bi ewle nayê avakirin.”
‘Travma carek din tê jiyîn’
Dîlan Yilmaz diyar kir ku avakirina rayagiştî, rêxistinbûn û piştevaniya jinan girînge û wiha bi lêv kir: “Jin warên hev in. Jina mexdura destdirêjiyê, neçar dimîne li dadgehê pêvajoyê dîsa bêje. Me gelek caran ev dîtiye. Doz bi salan didomin û jin di her runiştinê de vê travmayê ji nûve dijîn. Ev li ser jinan travmatîzasyonekê dihêle. Bandorek mezin a psîkolojîk dihêle. Sûcdarkirin rê li ber travmayek duyemîn vedike.”
‘Sala malbatê tundiyê rewa dike’
Dîlan Yilmaz di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Jin tundiyê dibînin lê nikarin bînin ziman. Em bi zimanê dayikê nikarin xizmetê bibînin. Ji ber bi zimanê Kurdî xizmetê nabînin, nikarin xwe îfade bikin. Mînakên vê hene. Sala malbatê jî rê li ber tundiyê vedike. Tundiya mêr tê rewakirin. Zarok bi tundiyê mezin dibin. Çapemenî di qetilkirinên jinan de zimanekî ku tundiyê rewa dike bi kar tîne. Navendên şopandina zarokan qelsin. Mijarek din ev e ku divê perwerdehiyên zayenda civakî di qada gelemperî de bên dayîn. Divê dadger perwerdehiya travmayê bigirin.”
Dîlan Yilmaz di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku tundî ji ziman dest pê dike û wiha balkişand ser 25’ê Mijdarê: “Divê em hemû tevli 25’ê Mijdarê bidin. Divê em hemû tevli qadan bibin û mafên xwe biparêzin. Em di 25’ê Mijdarê de xwe rêxistin bikin, li kolanan gotina xwe bêjin û mafê xwe biparêzin.”







