Ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî

  • 10:20 26 Tîrmeh 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Îmraliyê ya DEM PArtiyê, piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyanî da. 
 
Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê re, daxuyanî da. 
 
Daxuyaniya nivîskî ya Şandeya Îmraliyê bi vî rengî ye:
 
“Ji çapemeniyê û raya giştî re, 
 
Wekî Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, me di 25'ê Tîrmeha 2025'an de li Girtîgeha Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdştineke sê saet û nîvan pêk anî. 
 
Me têkildarî hevdştinên ku çend roj berê bi birêz Serokkomar, birêz Wezîrê Dadê û serokên partiyên siyasî re kirin, danûstendin kir. 
 
Têkildarî merasîma îmhakirina çekan a di 11'ê Tîrmehê de hat lidarxistin, çavdêrî û bandorên merasîmê agahî hatin ragihandin. Birêz Ocalan jî, diyar kir ku awayê merasîmê, vîna hatiye nîşandan, bîr, bawerî û biryardariya hatiye nîşandan pir hêja ye. 
 
Destnîşan kir ku ew li bendê ye ku xebata komîsyonê ya li meclisê berfireh be û bi rêbazeke berfirehker tevkariyeke girîng li aştî û demokrasiyê bike. 
 
Silavên xwe ji gel û tevahiya derdorên civakî re şand. 
 
Silav û rêz.
 
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê
 
26'ê Tîrmeha 2025'an."