Li Amedê jineke ducanî hat kuştin

  • 13:02 25 Tîrmeh 2025
  • Rojane
AMED - Li navçeya Sûrê ya Amedê jina bi navê Hêlîn Eren a ducanî ji aliyê Siyabend Şeker ku bi mehra olî pê re zewiciye ve hat kuştin. Siyabend Şeker ê piştî bûyerê reviya hate binçavkirin. 
 
Jina bi navê Hêlîn Eren (19) a ducanî li herêma Çîft Kapi ya navçeya Sûrê ya Amedê ji aliyê Siyabend Şeker (20) ê bi mehra olî pê re zewiciye ve bi çekê hat kuştin. Hate zanîn ku li cihê bûyerê di navbera Hêlîn Eren û Siyabend Şeker de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket. Di dema nîqaşê de Siyabend Şeker bi demanceyê guleya berdide Hêlîn Erenê û wê bi giranî birîndar dike. Li ser agahdarkirina kesên derdorê tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî mudaxileya ewil Hêlîn Eren bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyubiyê. Hêlîn Eren tevî hemû mudaxileyan li vir jiyana xwe ji dest da.
 
Siyabend Şeker yê ku piştî bûyerê reviya ji aliyê tîmên polîsan ve hate dîtin û binçavkirin. Kar û barên îfadeyê yên Siyabend Şeker yên li midûriyeta polîsan berdewam dikin. Hate zanîn ku cenazeyê Hêlîn Erenê li Goristana Çîftehavûzlar a li navçeya Sûrê hatiye veşartin.