Ciwanên: Divê Abdullah Ocalan demildest were berdan

  • 18:45 24 Tîrmeh 2025
  • Rojane
ENQERE - Ciwanên ku ji welatên cuda yên Ewropayê hatin û ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  re serlêdan kirin wiha gotin, “Em banga demildest berdana Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê dikin. “Ciwanên ku ji welatên cuda yên Ewropayê hatin û ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  re serî li Wezareta Edaletê dan, li Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) civîneke çapemeniyê li dar xistin.
 
Ciwana bi navê Marie diyar kir ku ew demokrasî û jiyana bi xwezayê re di nava ahengiyê de diparêzin û wiha got: “Em wekî ciwanên enternasyonalîst ên heyeta “Em ji bo azadiyê israr dikin”, tevlî kampanyaya navneteweyî ya “Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin” dibin ku daxwaza demildest azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan dike. Em îro ango 24’ê Tîrmehê ji bo daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re li Enqereyê ne. Di 24’ê Tîrmeha 2015’an de li vî bajarî dewleta Tirk biryara bombebarankirina Çiyayên Qendîlê girt. Ev biryar hewldanên aştiyê yên Abdullah Ocalan ên wê demê sabote kir û pêvajoya aştiyê ya di navbera 2013-2015’an de bi dawî bû. Em îro ji bo ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de piştgirî bidin hewldanên Birêz Ocalan li vir in.."
 
Marie bal kişand li ser van xisûsan: “Di şert û mercên herî zehmet de jî Birêz Ocalan kariye ku rêya vê pêvajoyê veke. Em di wê baweriyê de ne ku tevlîbûna di şert û mercên xebata azad de wê encamên serkeftî bide pêvajoya heyî. Ji ber vê yekê, di vê roja dîrokî de em bang dikin ku Birêz Abdullah Ocalan demildest ji Girtîgeha Îmraliyê were berdan! Li seranserê cîhanê geşedanên têkildarî pêvajoya aştiyê ji nêz ve tê şopandin. Em wekî ciwanên li Ewropayê dijîn, dibînin ku paradîgmaya polîtîk a Birêz Abdullah Ocalan ji bo hêzên pêşverû dibe çavkaniyek çawa ya îlhamê.Di van rojan de ku bi şer û tundiyê tê bi nav kirin, bang û fikrên Birêz Abdullah Ocalan, xitabî daxwaza aştiyê ya gelan dike. Di serdemeke ku li cîhanê bi taybetî jî li Rojhilata Navîn şer zêde bûye de pêwîstiya girtina helwestekî zelal dibînin; Wekî ku Birêz Abdullah Ocalan jî îfade kir, ne bi çekan, lê bi siyaseta demokratîk re aştiya mayînde dikare were pêkanîn. Em ê di rojên pêş de ji bo ku bi aktorên polîtîk ên cuda re fikrên Birêz Abdullah Ocalan nîqaş bikin, li Stenbolê bin. Lê em dixwazin fikran ne tenê di nava xwe de, di heman demê de bi Birêz Adullah Ocalan re bi xwe nîqaş bikin. Em îlhamê ji fikra Birêz Abdullah Ocalan a avakirina enternasyonalîzma nû ya ji bo avakirina pîrên di navbera gelan de digirin. Em wekî ciwan hay ji berpirsyariya xwe ya di guhertina civakî û rêxistinbûna komunal de ne. Em ji bo azadiyê israr dikin.”