
Li Nisêbînê mirina bi guman a jinekê
- 17:24 20 Tîrmeh 2025
- Rojane
MÊRDÎN – Li Nisêbînê jina bi navê Nûrcan Sevîn a 28 salî li mala xizmên xwe ku bi mîvanî çibû jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Nîsêbîn a Mêrdînê duh şev dora saet 03.00’an de Nûrcan Sevîn a 28 salî biguman jiyana xwe ji dest da. Lî gorî îdiayê; Nûrcan Sevîn a ku ji bo serdana xizmên xwe ji Edeneyê hatibû taxa Dîcle ya Nisêbînê, întihar kiriye. Nûrcan Sevîn a ku bi awayeke giran birîndar bûbû, ekîbên tenduristiyê ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbîne, tevî hemû midaxileyan jiyana xwe ji dest da.
Hate zanîn ku piştî otopsiyê wê cenazeyê Nûrcan Sevîn ji bo definkirinê bişînin navçeya Seyhan a Edeneyê.
Têkildarî bûyerê, lêpirsîn hate destpêkirin.