Wê ciwan pêşengiya pêvajoyê bikin

  • 09:04 20 Tîrmeh 2025
  • Rojane
Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Evîn Îder da zanîn ku divê ciwan vê pêvajoyê de pêşengiyê bikin û got: “Pêvajo me dibe konfederalîzma demokratîk. Di vir de rola herî mezin dikeve ser ciwanan.”
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga "Aştî û civaka demokratîk" kir û gavek nû avêt. Piştî gavê hêvî û fikra jî didomin. Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Evîn Îder der barê mijarê axivî.
 
‘Divê hevalên me zêdetir rol bigirin’
 
Evîn Îder der barê komxebata rojên borî de pêk anîne de axivî û got: “Armanca komxebatê ev bû ku hemû hevalên me yên ciwan zemîna rast de xwe rêxistin bikn. Armanc ev bû ku ev rêxistinbûn zemîna konfederalîzma demokratîk de pêk bê. Ligel vê baş fêmkirina serokatiyê, xwendina parêznameyên wî bû. Ciwanên paradîgma serokatiyê rast fêm bikin wê her tiştî rast fêm bikin. Divê hevalên me zêdetir rol bigirin.”
 
‘Demeke ku divê ciwan aktîf bin’ 
 
Evîn Îder di berdewamiyê de daxuyakirin ku divê ciwan bi taybet vê demê de rol bigirin û wiha anî ziman: “Gotina serokatiyê ya ‘Ez ji ciwanan hêzê digirim.’ Berpirsyariyê dide me. Divê em vê berpirsyariyê bînin cih. Ev deme ku divê ciwan aktîf bin e. Serokatî vê dixwaze. Em jî hevalên xwe jî vê dixwazin. Em bang li hemû kesî dikin ku xwe rêxistin bikin. Ji ber pêvjo me dibe konfederalîzma demoratîk. Ev rola mezin dide ser milê ciwanan.”