'Çek hatin şewitandin niha dor a dewletê ye'

  • 09:02 20 Tîrmeh 2025
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Dayika Aştiyê Peyruz Kurd da zanîn ku bi şewitandina çekan her tişt hatiye kirin û divê dewlet gavên pêwist bavêje û wiha got: “Cîhanê doza Kurdan bihist."
 
Koma Aştî û Civaka Demokratîk 11’ê Tîrmehê de bi merasîma şewitandina çekan, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gav avêt. Dayika Aştiyê Peyruze Kurt ku tevli merasîmê bû da zanîn ku bi şewitandina çekan peyama aştiyê hatiye avêtin, divê dewlet gavan bavêje û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişewitîne.
 
Peyruze Kurt daxuyakirin ku li Silêmaniyê pir baş hatine pêşwazîkirin û got: “Em berê evqas ji dil bûna wê her tişt baştir bûna. Divê em ji vir şûnde dest bidin hev. Li Başûr her kesî Kurdî diaxivî. Samîmî bûn. Wekhevî hebû. Me ev hîs kir.”
 
"25 deqe dereng hatin merasîmê’
 
Peyruze Kurt daxuyakirin ku ji wir derbasî Hewlêrê bûne  û 10 deq mabû ji merasîmê re gihiştine qadê û wiha dirêjîdayê: “Her tişt amade bû. Bala her kesî li merasîmê bû. 25 deqe dereng hatin. Dema gotin hatin em pir kelecanî bûn. Her kes bi hevî bû. Tirk jî hebûn. Îsmaîl Kuçukkaya jî hatibûn. Siyasetmedar û rojnameger hebûn. Piştî merasîmê hatin cem dayikên aştiyê. Ji çapemeniya cîhanê kes hatibûn.”
 
‘Armanca wan azadî bû’
 
Peyruze Kurt got keça wê Nudem Kurt li Metînayê, kurê wê  Aydin Kurt li Şirnexê jiyana xwe ji dest daye û got: “Çima çûn? Wek hemû Kurdan armanca wan jî hebû. Wekhevî, azadî hebûya wê ev rê tercîh nekiribana. Ev şer 50 sale didome. Divê aştî pêk bê. Divê dewlet vê derfetê ji destê xwe dernexe û lez bike.”
 
‘Bi şewitandina çekan peyama aştiyê dan’
 
Peyruze Kurt destnîşan kir ku dema merasîm temaşe kirine pir kêfxweş bûne û wiha vegot: “Her tişt pir baş hatibû amadekirin. Dema gerîla hatin em pir kêfxweş bûn. Tevgera Azadiyê tu car serî netewand. Wan bi şewitandina çekan peyama aştiyê dan. PKK’ê ji bo aştiyê çi ket ser milê wan kir. Divê dewlet jî peywira xwe bîne cih û tecrîdê rabike. Divê dest ji zimane şer bê berdan û Tirk êdî Kurdan nas bikin. Divê banga Abdullah Ocalan ji gelan re baş bê vegotin.”