Li Riha û Edenê komxebata ciwanan

  • 13:42 5 Tîrmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji hêla Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ve li Riha û Edenê komxebatek hat lidarxistin û hat diyar kirin ku ciwan dê di "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de erka xwe bi cih bînin. 
 
"Komxebatên bi ciwanên pêşeng ber bi Civaka Demokratîk" ên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) didomin. Di vê çarçoveyê de îro li Edene û Rihayê du komxebatên cuda hatin lidarxistin. 
 
Riha
 
Meclîsa Ciwanan a Rihayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya Komxebata, "Bi ciwanên pêşeng ber bi civaka demokratîk ve" li Rihayê komxebatek li dar xist.  Komxebat li Hola Konferansê ya Parêzer Tahir Elçî ya Baroya Rihayê hate lidarxistin. Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelik Ozbingol, Parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê Vezîr Parlak, nivîskar Namik Kemal Dînç, endamên Koordînasyona Jinên Ciwan ên DEM Partiyê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kesên din beşdar bûn. Pankarta bi nivîsa "Em di jiyana sosyalîst de israr dikin, em bi Rêberê azad re xwe birêxistin dikin" li hola ku komxebat lê hate lidarxistin hate daliqandin.
 
Komxebat piştî rêzgirtinê û berzkirina dirûşmeya "Bijî Serok Apo" û “Şehîd namirin” dest pê kir. Di komxebatê de endamê Meclîsê ya DEM Partiyê Muhsîn Aydogdu axivî û got: "Li 5 bajaran hevdîtinan li dar dixin û di hevdîtinan de parêznameya serokatiyê esas digirin. Di avakirina jiyan nû de ciwan dê berpirsiyariya xwe pêk bînin. Me bi ciwanî destpêkir û em ê bi ciwanî bi ser kevin." 
 
Piştî axaftinê, sînevîzyonek li ser têkoşîna azadiyê hat nîşandan û gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana ciwanan" hatin berzkirin. Di komxebatê de mijarên wekî "Di veguherîna civakî de wate û sazkirin", "Lêgerîna jinan ji bo çareseriyê" û dû re jî platformek vekirî hate danîn da ku nirxandin, pêşniyar û rexneyên beşdaran werin wergirtin. 
 
Komxebat bi pêşkêşkirina pêşnûmeya encamnameyê bi dawî bû.
 
Edene 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Edeneyê, li Şîrîn Muzîkholê ya li Seyhanê komxebata "Bi ciwanên pêşeng ber bi civaka demokratik” li dar xist. Hêwan bi alayên DEM Partiyê hatin xemilandin. Komxebat bi rêzgirtinê dest pê kir. Ciwanên li Edene û Mêrsînê û rêveberên DEM Partî yên bajêr û navçeyan, Dayikên Aştiyê û aktivîstên TJA'yê beşdarî komxebatê bûn. 
 
Endamê Meclisa Ciwanan a HDK'ê Reşo Bîrhat Kûrtûlan, bal kişand ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Dê ev têkoşîn, têkoşîna hemû bindest û kesên tên vederkirin bilind bike û rêya wan ronî bike. Têkoşîna neteweyekê û manifestoya rizgariyê ya gelen Rojhilata Navînê ye." 
 
Komxebat bi pêşkeşkirinên wasiyê Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Cîgira Hevserokatiya ji Rêxistinkirinê Berprisiyar a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Narîn Gezgor, Endamê Meclisa Partiyê ya DBP'ê Kerem Nalbant û endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê bi awayekî ji çapemeniyê re girtî didome.