Li Helebê tundiya li ser jinan hat şermezarkirin

  • 14:21 24 Hezîran 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Helebê tundî û qetilkirina jinan hatin şermezarkirin û ji bo pêkanîna edalet û wekheviyê bang hat kirin.
 
Nûnerên tevger û rêxistinên jinan ên li Helebê li taxa Şêxmeqsûd hatin gel û bi daxuyaniyekê qetilkirin û tundiya li ser jinan ku di demên dawîn de zêde bûne, şermezar kir. Daxuyanî ji aliyê endama Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Zeyneb Elîko ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rewşa zehmet a Sûriyeyê tê re derbas dibe, feraseta desthilat a serdest û adetên paşverû yên kevinperest bandoreke neyinî li jinan kir û wan kirin qurbanên vê ferastê.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hemû cûreyên binpêkirin (destdirêjî, zewicandina di temenekê biçûk de û qetilkirina di bin navê şerefê de" li dijî jinan tên kirin.  Her wiha îşaret bi vê yekê hat kirin ku li Helebê di rojên dawîn qetilkirina jinan zêde bûye û wiha hat domandin: "Feraseta baviksalar a ku bedena jinan helal dike û wekî milkê mêr dibîne, çawa bixwaze li jinan dike, birîndar dike, destdirêjiyê dike, êriş dike û qetil dike, lê hesab nayê pirsîn.”
 
Di daxuyaniyê de hate gotin divê şerê vê ferasetê were kirin û ji kokê ve were qedandin.
 
Di daxuyaniyê de sûcên li dijî jinan bi tundî hatin şermezarkirin û bang hat kirin ku ji bo pêkanîna edalet û wekheviyê qanûnan deynin û hesab ji sûcdaran bipirsînin. Bang li tevahiya jinan jî hat kirin ku li hemberî van sûcan bibin yek, zanîna xwe pêş bixin û ji bo parastinê xwe perwerde bikin.