Li Bakur û Rojhilatê Sûrî çalakiyên 25'ê Mijdarê

  • 16:21 23 Mijdar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan di çalakiyên 25’ê mindarê da banga têkoşîna azadiye kirin û gotin: “25`ê Mijdarê, roja têkoşîn û berxwedana ji bo mafên jinan e divê  em têkoşîna azadiyê bilind bikin.”
 
Bi nêzîkbûna 25`ê Mijdarê re rêxist û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên xwe zêde kirin. Jinan di çalakiyan de banga mezinkirina têkoşîna azadiyê kirin. 
 
Reqa
 
Nûnerên Meclisa Idliba Kombûna Jinan a Zenûbya, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya knatona Reqayê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li panelê bûn. panel bi dirûşma "Bi felsefeya jin, jiyan, azadî xwe biparêze" li hola Eştar a li Reqayê hate lidarxistin.
 
Berdevkê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Fatme El Elî panel bi rêve bir. Fatme El Elî balkişand tundîye û bandorên wê li ser jinan, malbat û civakê kir û xetereyên tundiye û cureyên wê yên derûnî, bedenî, aborî û dijîtal şîrove kirin. Fatme El Elî diyar kir ku têkoşîna li dijî tundiyê ne tenê mijareke mirovî û exlaqî ye lê belê ji bo bidestxistina edaletê, wekheviya domdar, pêwîst e.
 
Piştre beşdaran nêrînên xwe der barê panelê de parve kirin.
 
Cîgira seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz Muslim axivî û behsa destkeftiyên jinan di şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeê kir. Newroz Muslim  wiha domand:"Jin bi dirûşma `jin, jiyan, azadî` pêşengtiya gelê xwe kir û û têkoşîna zihniyetên li dijî dikin."
 
Hevseroka Meclisa Idliba El xedra Îsra El Seyd axivî û got ji bo ku şîdet bi dawî bibe, hewldan, naskirina sedemên şîdetê pêwîst e. Her wiha diyar kir ku divê rêxistinên têkildarî vê pirsgirêkê çareser bike.
 
Tirbespiyê 
 
Di heman çarçoveyê de, endamên Kongra Star bi endamên saziyên civaka sivîl re li bajarê Tirbespiyê broşûrên têkildarî sedemên diyarkirina 25`ê Mijdarê wek roja têkoşîna li dijî tundiyê li ser jinan belav kirin.
 
Dêrik
 
Kongra Star li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya bajarê Dêrikê semînerek li dar xist. Şênî, endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêmê tev li semînerê bûn.
 
Di semînerê de sînefizyonek têkildarî şehîd Rojgir Hêlîn û Asya Alî yên 23`yê Cotmehê li dijî şîrketa çêkirina balafiran û fezayê ya Tirkiyeyê li Enqereyê çalakiya fedayî li dar xistine, hate pêşandan.
 
Dûre endama Kongra Star a bajarê Qamişlo Sozdar Efrîn axivî û got: "25`ê Mijdarê, roja têkoşîn û berxwedana ji bo mafên jinan e. Ji ber nijadperestiyê û siyaseta li dijî jinan, edalet nine, lewma ji bo ku em azadî û mafên xwe bi dest bixin divê em tê bikoşin û li ber xwe bidin."