Li Dêrsimê ji bo protestokirina qeyûm bang

  • 13:01 23 Mijdar 2024
  • Rojane
DÊRSIM - Beriya  daxuyaniya pirotestokirina qeyûm li Dêrsimê esnaf hatin ziyaretkirin û bangatevlibûna çalakiyan hat kirin. 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), pêkhateyên DEM Partiyê, Partiya Kedê, Hevşaredarên Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak, rêveberên bajar û navçeyên Dêrsimê yên  DEM Partiyê, beriya daxuyaniya li dijî qeyûm ku dê saet  14.00 de pêk bê serdana esnafan kirin û banga tevlibûna çalakiyan li esnaf û welatiyan hat kirin. 
 
Jineke ku bi siyasetmedaran re meşiya bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got, "Şaredariya Derêsimê ya me ye em nadin we. Ez ê li ber şaredariyê nobedê bigirim."
 
 

Etîketan:

qeyum