Ji Cenevreyê bang kirin: Ji Abdullah Ocalan re azadî!

  • 19:08 20 Mijdar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistaniyên ku li Cenevreyê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li hev civiyan wiha gotin: “Yekane rê pêkanîna paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo ye.”
 
Kurdistaniyên ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdulllah Ocalan li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê li hev civiyan, ji 25'ê Çileya 2021'an ve her roja Çarşemê çalakiya rûniştinê li dar dixin.
 
Di çalakiya rûniştinê de ku di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye" de li Qada Natîonsê tê lidarxistin, daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.
Beriya daxuyaniyê deqeyek rêz hat girtin û  Piştî rêzgirtinê li ser navê komîteya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” Osman Tekîn daxuyaniya çapemeniyê xwend.