‘Azadiya jinan azadiya tevahiya civakê ye’
- 18:48 20 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan mêr ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarên meşên li dijî şîdeta li ser jinan bûn û got azadiya jinan dozeke çarenûsî ye û bi pêşeroja tevan ve girêdayî ye.
Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê û bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan Azadî xwe biparêze" 3 meş li kantona Reqayê, bajarên Dirbêsiyê û Şedadê yên kantona Cizîrê hatin lidarxistin.
Reqa
Endamên saziyên sivîl, mêr û rûspiyên kantonê li pêşiya Konferdraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a navenda bajêr kom bûn û ber bi çerxerêya Neîm ve bi rê ketin.
Li wir hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a kantonê Meşleb El Turkan axivî û destnîşan kir ku di dîrokê de, jinên li seranserî cîhanê rastî paşguhkirin û zilmê hatine, bi taybetî jî jinên herêmê ku zehmetiyên mezin ji ber hişmendiya baviksalariyê kişandine.
Meşleb El Turkan bal kişand ser astengiyên îro ku jinên herêmê dikişînin û wiha domand: "Ev astengî rastiya civakî û hiqûqî aşkera dikin. Jin di tevahî aliyan de di bin serweriya rejîmên çewsîner, neteweperest, radîkal û olperestiyê de rastî gelek şêweyên tundiyê hatin.Ji dema jinên li kantonê têkoşînê meşandine ve hêza îradeya jinan li hember vê zulmê derket. Jin beşdarî gelek şeran bû û li dijî tevahî urf û adatan serî hilda. Azadiya jinan azadiya tevahî civakî ye."
Dirbêsiyê
Bi sedan mêr ên bajarê Dirbêsiyê ji Qada Jina Azad ber bi çerxerêya Şaredariyê ve meşiyan.Li wir hevseroka Şaredariya Gel a bajêr Zîlan Ereb got: "Di 50 salî de me gelek jinên pêşeng ên têkoşîna rizgariyê wekî şehîd Zîlan û Bêrîtan dan. Îro jî ji bo pêkanîna azadiyê em li ser şopa wan dimeşin."
Hevserokê Meclisa bajarê Dirbêsiyê Numan Erebo jî soza bilindkirina asta têkoşînê û got: "Em ê bendan bişikînin û azadiya jinan û civakê misoger bikin."
Şedadê
Kongra Star ji bo mêran meşek li dar xist. Di meşê de endamên saziyên civaka sivîl ên bajarên Şedadê, Deşîşe û Mergede beşdar bûn. Meş ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Şedadê dest pê kir û ber bi parka Abdullah Ocalan ve bi rê ket.
Li wir endama Kongra Star Erîc Elîsawî diyar kir ku roja 25'ê Mijdarê, di dîroka têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, rojeke girîng e.Erîc Elîsawî wiha domand: "Îro tevgera jinan xurttir bûye. Jinan gavên mezin ber bi jinûve pêkanîna rola xwe ve avêtin. Êdî jin bi awayekî wekhev bi mêran re di hemû qadên jiyanê de cihê xwe digirin."
Di dawiya axaftina xwe de Erîc Elîsawî nerazîbûna xwe li hemberî tundiya li ser jinan nîşan da.