Jinên Elewî: Divê demildest aştî bê ser vê axê 2026-08-10 09:03:45   Gulistan Gulmuş   DÊRSÎM - Jinên elewî diyar kirin ku ew aştiyeke ku civaka elewî bi awayekî azad baweriya xwe dijîn, dixwazin û wiha gotin: “Elewîtî baweriyeke ku wekhevî, aştiyê dihewîne ye. Bila her kes wekhev ji vê sifreyê para xwe bigire.”   Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin bi gavên dîrokî yên Tevgera Azadiyê berdewam kir. Sererastkirinên qanûnî yên pêvajoya aştiyê de pêşkêşî meclîsê hatin kirin jî cihê xwe yê di rojevê de diparêze. Elewiyên Dêrsîmê ku ji dema komarê heta niha bi qirkirinên çandî û jiyanê re hat rû hev,   Jinên elewî yên Dêrsîmê der barê pêvajoyê  bendewariyên xwe yên ji sererastkirinên qanûnî de axivîn.   ‘Em dixwazin azad bibin'   Sultan Uludag da zanîn ku divê pêvajoya aştiyê bandor li elewiyan jî bike û wiha got: “Em bi tu awayî nikarin baweriya xwe bi awayekî azad bînin cih. Em jî dixwazin azad bin, mafên me bên nasîn. Em dixwazin ol û çanda xwe bi azadî bijîn. Lê dibin asteng. Bendewariya me heye, bila ev di gotinan de nemîne. Divê êdî her tişt biguhere, Kurd elewî azad bijîn.”   ‘Baweriya me pîroziya me ye’   Tulay Sari jî diyar kir ku divê aştî bê û baweriya xwe wek baweriyên din bi awayekî azad bijîn. Tulay Sari wiha berdewam kir: “Divê em behsa aştiyeke ku ji gotina aştiyê natirsin bikin. Divê aştî wek gotineke vala neyê hiştin. Pêvajo du sale didome û hinek tiştên em nizanin hene. Ew ê derkeve holê. Tabloyek çawa derdikeve holê em nizanin. Lê divê demildest aştî bê ser vê axê. Baweriya me pîroziya me heye. Em li hember baweriyên din jî rêzdarin.”   ‘Elewîtî aştiyê dihewîne’   Sîbel Yalçin jî anî ziman ku baweriya wan ya bi pêvajoya aştiyê qelse û got di avakirina nû de divê rêxistibûn bê zêdekirin. Sîbel Yalçin wiha dirêjî dayê: “Qet hêviya min tuneye. Tu gavek şênber nehatiye avêtin. Qanûna jinan bi destxistibû hat rakirin. Ewlehiya canê jnan tuneye. Mêr li malê her zextê li jinan dike. Barê herî giran li ser milê jinane. Ev hemû girêdayê siyasetê ne. Li vî welatî ji bo gel tiştên baş bên kirin wê aştî jî bê. Ev hemû têkildarî demokrasiyê ne. Elewiyan her tim jiyanek wekhev parastine. Elewîtî felsefeye, wekheviye aştiye."   Semîle Sonmerz jî ev nirxandin kir: “Baweriya me ya bi pêvajoyê qels e. Ev hemû polîtîkan e. Heta niha çi kirin wê ji vir şûnde jî wê bikin. Me her tim aştî xwest. Hêviya me ev e ku aştî bê lê baweriya me tuneye. Em têbikoşin. Em li gel hev bijîn. Kurd, elewî divê hemû kes wekhev bijîn.”   ‘Bila her kes wekhev para xwe bigire’   Sakîne Altepe jî wiha anî ziman: “Ev dewleta me hemûyan e. Divê mafê me hemûyan bê nasîn. Em hiqûq, maf û edaletê dixwazin. Divê her kes ji vê sifreyê para xwe bigire.”