Ekîn Wan li Gimgimê hat bibîranîn 2026-08-09 18:46:54   ROJANE…MANŞET   Ekîn Wan li Gimgimêhat bibîranîn   MÛŞ –TJA’yê gerîlaya YJA-STAR’ê  Ekîn Wan a ku li Gimgimê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, li cîhê ku lê hatibû kuştin bi daxuyaniyekê bi bîr anî.   Tevgera Jinên Azad (TJA), gerîlaya YJA-STAR’ê  Ekîn Wan (Kader Kevser Elturk) ku di 10’ê Tebaxa 2015’an de li Gimgimê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû û piştre bedena wê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû teşhîrkirin, li cîhê ku lê hatibû kuştin, bi daxuyaniyekê bi bîr anî. Aktivîstên TJA’yê û hevserokên DEM Partî û DBP’ê ên Mûş û Gimgimê tev li bîranînê bûn. Bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pêkir. Jinan qurnefîl danîn cihê ku Ekîn Wan lê hatibû qetilkirin.   Li ser navê Tevgera Jinên Azad (TJA) Hevseroka DEM Partiyê ya Mûşê Çîçek Tûtûş axivî. Çîçek Tûtûş da zanîn ku di sala 1015’an de li Gimgimê êrîşeke qirêj li ser gerîlayeke jin hat meşandin û got: “Îşkence li bedena wê hat kirin. Wêneyên bedena wê li ser medyaya dîjîtal hatin parvekirin. Versîyoneke hişmendiya DAIŞ’ê me li vê derê dît. Di şeran de herî zêde jin dibin hedef û bedena wan tê teşhîrkirin.”   Çîçek Tûtûş di berdewama axaftina xwe de diyarkir ku Di 27’ê Sibata 2025’an li ser banga Rêber Abdullah Ocalan pêvajoyek dest pêkir û wiha domand: “Ev nêzî 2 salan e kes jiyana xwe ji dest nade, êş nayên jiyîn, em hêvîdarîn ku îro şûn de êdî tu êş neyê jiyîn.”   Bîranîn bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” û bi çepikan bi dawî bû.