Li Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li du jinan hate birîn 2026-07-27 14:10:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê, ji dozên cûda bi giştî 10 sal û rojek cezayê girtîgehê li Hadîse Morvaridî û Merziye Meşhedî ku di xwepêşandananên meha Çileya 2026’an de hatin binçavkirin, birî.   Hedîse Morvaridî û Merziye Meşhadî ku li girtîgeha Vekilabadê ya Meşhedê tên girtin, ji dozên cuda 10 sal û rojek cezayê girtîgehê xwarin.   Hedîse Morvaridî ya 24 salî ji ber sûcê ‘heqareta li rêber’ 2 sal û ji ber sûcê ‘propagandaya li dijî rejîmê’ salek cezayê girtîgehê, bi temamî mehkûmî 3 sal cezayê girtîgehê hate kirin. Hedîse Morvaridî di 7’ê Çileya 2026’an de li  bajarê Farimanê hate girtin û di vê dawiyê de sewqî qawîşa hejmar 1 a girtîgeha Vekilabadê hate kirin.   7 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn   Merziye Meşhedî ji ber sûcê ‘têkilîdanîna bi saziyên medyayê yên girêdayî Îsraîlê re’ 7 sal û rojek cezayê girtîgehê xwar. Hat ragihandin ku Merziye Meşhedî di heman demê de, bi îdiaya xwepêşandanên meha Çileyê û têkiliya bi saziyên medyayê yên bi zimanê Farisî yên li derveyî welêt dixebitin re hate binçavkirin, piştre sewqî qawîşa Hejmar 1 a girtîgeha Vekilabadê hate kirin.    Li Îranê xwepêşandanên meha Çileya 2026’an, di 28’ê Kanûna 2025’an de bi grev û xwepêşandanên bazirgan û karkerên bazarê li Tehranê dest pê kir. Paşê li bajarên cuda belav bû û bi beşdariya komên civakî yên cuda, bû yek ji  xwepêşandanên herî mezin ên salên dawî.