3 gumanbarên dosyeya Gulistan Doku birin edliyeyê 2026-07-24 13:37:18   DÊRSIM - Handan Sonel, Mehmet Aca û Yilmaz Arslan ên ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin.   Pêla binçavkirin û girtinê ya duyemîn a di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de didome. Hevjîna waliyê wê serdemê Tuncay Sonel, Handan Sonel, xwediyê şîrketa înformatîk a ACAyê Mehmet Aca û cerdevan Yilmaz Arslan ên di hatibûn binçavkirin, ji midûriyeta polîsan anîn Edliyeya Dêrsimê. Malbata Gulistan Doku ku li ber edliyeyê bûn, dirûşma “qatil” berz kirin û nerazîbûn nîşanî gumanbar û kujeran dan.   Duh Okan Yarici yê di çarçoveya lêpirsînê de hatibû binçavkirin bi şertê kontrola edlî hate berdan, cerdevanê bi navê Fatîh Ozmen jî hate girtin.