Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ li Strasbourgê çalakî 2026-06-06 10:31:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Kurd û dostên wan ên ku li Ewropayê dijîn, beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo "Mafê Hêviyê" dê ber bi Strasbourgê ve bimeşin.    Beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku dê di navbera 9-11’ê Hezîranê de were lidarxistin, li Strasbourgê ji bo "Mafê Hêviyê" du roj çalakî tê lidarbixin. Banga beşdariya çalakiyan hat kirin.    Di 9’ê Hezîranê de, dê li ber Konseya Ewropayê daxuyaniyek çapemeniyê were dayîn. Saziyên siyasî yên Kurd, partî, siyasetmedarên sirgûnkirî û parlamenter dê daxuyaniyek hevpar bidin.   Di 10’ê Hezîranê de, dê mîtîngek girseyî bi beşdariya Elmanya, Fransa, Belçîka, Hollanda û Swîsreyê were lidarxistin. Di mitîngê de dê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bicîhanîna biryarên DMME’yê were kirin.   Dosyayên derbarê tecrîda 27 salan hatine amadekirin dê ji endamên Komîteya Wezîran û parlamenteran re werin pêşkêş kirin. Dê gelek civîn werin lidarxistin.    Her wiha ji bo salvegera 15’emîn a nobeta azadiyê ku ji 25’ê Hezîrana 2012’yan vir ve li Strasbourgê tê lidarxistin, çalakî werin organîzekirin.