MKG'ê rapora xwe ya meha Gulanê eşkere kir 2026-06-04 13:59:53   NAVENDA NÛÇEYAN - MKG'ê rapora xwe ya meha Gulanê aşkere kir û got: "9 platformên dijîtal hatin astengkirin. Her wiha êrişê du rojnamegeran hat kirin, rojnamegerek hat binçavkirin û rojnamegerek jî hat girtin."   Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), rapora xwe ya meha Gulane eşkere kir û bal kişand ser zextên li hemberî rojnamegeran.   Di raporê de wiha hat gotin:    "Di tevahiya meha gulanê de, binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnamevanan eşkere kir ku zext li ser azadiya çapemeniyê ne tenê bi rêya pêvajoyên dadwerî, lê di heman demê de bi destwerdanên li qadê û pratîkên sansura dîjîtal jî dewam kir. Rojnamevan ji şopandina nûçeyan hatin astengkirin, gef li wan hat xwarin, hatin binçavkirin û girtin. Destwerdanên li hember rûniştin û bûyerên civakî yên ji bo mafê agahdarkirinê yê raya giştî girîng in, rasterast mafê wergirtina nûçeyan hedef girtin.   Vê mehê, rastiya rojnamevan ji ber çalakiyên xwe yên çêkirina nûçeyan bi lêpirsîn û pêvajoyên qanûnî rû bi rû mane, fikarên ku rojnamegerî tê sûcdarkirin xurtir kiriye. Lêpirsîn û dozên berdewam ên li ser nûçeyan, parvekirina nûçeyan û çalakiyên rojnamegeriyê nîşan didin ku zexta berdewam li ser azadiya derbirînê û çapemeniyê heye.   Mijareke din a girîng di meha gulanê de hedefgirtina rasterast a rojnamevanan a li qadê bû. Astengkirina rojnamevanan a ji kişandina wêneyan a di dema şopandina nûçeyan de, sînordarkirina ketina wan a dadgehê û gefxwarina li dijî rojnamevanan şert û mercên xebata çapemeniyê, ku roleke çavdêriya giştî dilîze, hîn aloztir kir. Astengkirina rojnamevanan a ji pêkanîna erkên xwe ne tenê destwerdanek li xebatkarên çapemeniyê, lê di heman demê de destwerdanek li mafê raya giştî yê agahdarkirinê jî bû.   Ji aliyekî din ve, pêkanînên sansurê yên ku qada medyaya dîjîtal hedef digirin jî kûrtir bûne. Astengkirinên gihîştina malper, naveroka nûçeyan û hesabên medyaya dîjîtal dîtbarîya rojnamegeriya rexnegir û serbixwe sînordar kiriye, di heman demê de rê li ber gihîştina raya giştî ya ji çavkaniyên cihêreng ên agahdariyê jî girtiye. Bi taybetî girtina hesabên dîjîtal ên aîdî rêxistinên çapemeniyê, asta sansurê eşkere kiriye.   Wêneyê ku di meha gulanê de derket holê nîşan dide ku zextên li ser rojnamevanan êdî ji bûyerên tekane dûr ketine û xwedî karekterek piralî û sîstematîk bûne. Ji bo ku rojnamevan bikaribin di şert û mercên azad û ewle de bixebitin, ji bo ku mafê raya giştî yê agahdariyê were parastin û ji bo ku azadiya çapemeniyê were misogerkirin, divê ev binpêkirin bi dawî bibin.   Di meha gulanê de 9 platformên dijîtal hatin astengkirin. Her wiha êrişê du rojnamegeran hat kirin, rojnamegerek hat binçavkirin û rojnamegerek jî hat girtin.   Lîsteya Rojnamegerên girtî   * Elîf Bayburt – Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)  * Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê * Nadiye Gurbuz – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA)  * Ozden Kinik – Xebatkara TRT'yê * Pinar Gayip – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) * Yelis Ayaz – Xwediyê Sîteya Înternetê ya Aydinpostê