Li Îranê 4 jin hatin binçavkirin 2026-04-04 16:23:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Îran a ku zextên xwe yên li ser jinan didomîne, 4 jin binçav kirin.   Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA ragihand ku di serê meha Nîsanê de di çarçoveya pêla girtin û gefên Îranê ya li beramberî azadîxwaz û welatparêzan dayî destpêkirin de, 4 jin hatin binçavkirin.   HRANA diyar kir ku di 2’yê Nîsana îsal de, parêzer, çalakvana mafên mirovan a Îranê û girtiya siyasî ya berê Nesrîn Stûde, careke din bi karanîna tundiyê di mala xwe de û bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê ve hate binçavkirin û ber bi cihê nediyar ve hat birin. Di dema girtinê de amûrên elektronîk yên Nesrîn Stûde hatin desteserkirin.   Her wiha hat destnîşan kirin ku di 1’ê Nîsana îsal de, Mandena Stûde tevî hevjînê xwe yê bi navê Behzad Besîrî ku niştecihê bajarê Şîrazê ne, bi karanîna tundî û bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên îstixbarata Îranê ve hatin binçavkirin û heta niha çarenûsa wan nayê zanîn. Di dema serdegirtina malê de, dest hat danîna ser hinek amûrên elektronîk.   Li gorî rapora HRANA di 1’ê Nîsana îsal de, welatiya Behayî Mîno Endexas li bajarê Sarî, bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hate binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve hat birin. Beriya niha jî di 27’ê Çileya 2025’an de, malê wê hatibû lêgerîn û hinek kelûpelên wê yên taybet hatibûn desteserkirin.   Hate diyarkirin ku di 30’ê Adara îsal de, Mehsa Stûde a 25 salî ku nişteciha bajarê Şîrazê ye, ji aliyê hêzên Wezareta Îstixbaratê ve hate binçavkirin û heta niha çarenûsa wê ne diyare.   Hêjayî gotinê ye ku medyaya fermî ya Îranê di meha dawî de nûçeyên girtin û binçavkirina bi hezaran welatiyan weşandine. Çalakvan vê pêla girtinê wekî yek ji mezintirîn pêlên zordariyê ya mehên dawî pênase dikin.