Dayika Aştiyê qeza derbas kir: Rewşa wê gran e 2026-03-05 15:37:13   STENBOL  Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Rewşan Doner, li navçeya Bağcılar a Stenbolê piştî ku wesayîteke sivîl lê da, bi giranî birîndar bû. Ajokar ji cihê bûyerê reviya û rewşa Rewşan Döner hîn jî giran e.   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Rewşan Doner, li navçeya Bağcılar a Stenbolê piştî ku wesayîteke sivîl lê da, bi giranî birîndar bû. .Bûyer li dora nîvro li Bağcılar a Stenbolê qewimî. Dema ku li rawestgeha otobusê ya li Kolana Osmangazî Rewşan Doner sekinîbû û hewl dida ku kolanê derbas bike, wesayîteke sivîl lê da.    Rewşa wê giran e   Piştî agahdarkirin kesên li cihê bûyerê, tîmên tendirustiyê gihîştin cihê bûyerê û Rewşan Doner birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bağcılar. Niha tê dermankirin û jiyana wê di xetereyê de ye.