33 ramangeran ji bo 'mafê hêviyê' bang kir 2026-02-26 14:08:01   NAVENDA NÛÇEYAN - 33 ramangerên naskirî yên ji qadên felsefe, teoriya siyasetê, sosyolojî û mafên mirovan, gelek akademîsyen û aktîvîstan, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, banga bicihanîna 'mafê hêviyê' kir û got: “Divê Ocalan bikaribe bi rengekî azad bixebite.”   Deklarasyona li gel Heyeta Îmraliyê, ji nûneriyên pêwendîdar ên Komîseriya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê, Komîsyona Ewropayê û Parlamenta Ewropayê re hate ragihandin.   Di deklarasyona bi sernavê "Ji bo Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê yê Navneteweyî" de, wiha hate gotin: “Em bang li hêzên pêşverû, sekuler û demokratîk ên li cîhanê dikin ku guh bidin Ocalan.”   ‘Banga Ocalan ji sînoran derbas dibe û li tevahiya cîhanê deng vedide’   Deklarasyon bi vî rengî ye:   “Ocalan li ser bingeha yekîtiya dîrokî ya gelên Tirk, Kurd, Ereb û Fars azadbûyîneke neteweyî, demokratîk û aştiyane pêşniyar dike. Banga Ocalan ku tundiyê bi rengekî mutleq red dike, ji sînoran derbas dibe û li tevahiya cîhanê deng vedide.   ‘Divê Ocalan bikaribe bi rengekî azad bixebite’   PKK'ê xwe fesih kir û dawî li têkoşîna çekdarî anî. Şerê li Sûriyeyê bi banga Ocalan bi dawî bû û pêvajoya entegrasyonê destpê kir. Dem hatiye ku Mafê Hêviyê bi cih bê anîn ku lîderê Partiya Tevgera Neteweperest a li Tirkiyeyê Devlet Bahçelî jî bi dengekî bilind anî ziman. Divê Ocalan bikaribe bi rengekî azad bixebite û gelê Kurd jî bikaribe dengê lîderê xwe bibihîze. Em bang li hêzên pêşverû, sekuler û demokratîk ên li cîhanê dikin ku guh bidin Ocalan."   Gelek kesan bangê îmze kiriye   Di nava kesayetên ku mohra xwe danîne binê bangê de, ji qadên felsefe, teoriya siyasetê, sosyolojî û mafên mirovan gelek akademîsyen û aktîvîst jî hene.   Ramangerê Fransî Edgar Morin, Alain Badiou yê ku bi karên xwe yên li ser felsefeya siyasetê û ontolojiyê tê naskirin, Jacques Rancière yê ku bi teoriya xwe ya li ser estetîk û demokrasiyê naskirî ye, Axel Honneth ku nûnertiyê ji teoriya rexnegiriyê re dike, teorîsyenê postkolonyal Gayatri Spivak, Angela Davis ku yek ji nûnerên tevgera azadiya reşikan, fîlozofa siyasetê Nancy Fraser, ramangerê Sloven Slavoj Zizek, dîroknas Enzo Traverso, civaknas Craig Calhoun û xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Jody Williams di nava wan kesayetan de ne ku mohra xwe danîne binê bangawaziyê.   Di nava lîsteyê de gelek nûnerên teolojiya rizgariyê, bîrdoziya Marksîst, psîkanalîst, antropolog û zanyarên siyasetê hene.