Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ayşenur Şîmşek pirsîn 2026-01-24 12:47:05   STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 1087'emîn de li kujerên Ayşenur Şîmşek pirsîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta heqîqet derkeve holê ew ê li pey şopa windayan bin.   Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta kesên ku di binçavan de hatine windakirin û kuştin bipirsin û kiryar bên darizandin, di hefteya 1087'emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Ayşenur Şîmsek a ku hatibû windakirin pirsîn. Dayik û Mirovên Şemiyê, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Daxuyanî ji aliyê Mirova Şemiyê Îkbal Eren ve hat xwendin.   Îkbal Eren diyar kir ku Ayşenur Şîmşek 27 salîbû û li Enqereyê dijiya û got: “Ayşenur karê dermanxaneyê dikir. Di heman de jî di nava rêxistinên tenduristiyê de cih digirt û Serokê Şaxa Saglik-Senê yê Enqereyê bû. Ji ber karûbarên xwe yên siyasî 2 car hat binçavkirin. Di binçav de gelek îşkence lê hate kirin. Polîsan li bavê Ayşenurê geriyabûn û gotibûn, ‘Heke Ayşenur teslîm nebe dê gelek tiştên nebaş bînin serê wê’. Malbata Şîmşek piştî 24'ê Çileya 1995'an êdî tu agahî ji Ayşenur negirt. Malbata Şîmşek serî polîsan, dadgeh û Wezaraeta Navxwe da. Lê polîsan ji malbata Şîmşek re got, ‘Ayşenur nehatiye binçavkirin’.”   Îkbal Eren destnîşan kir ku malbata Şîmşek di rojnameyê de dît ku li Kirikkaleyê cenazeyê kesek jin hatiye dîtin û wiha axivî: “Ew kesa hatiye dîtin li goristana bêkesan hatiye veşartin. Piştre malbat serî Dozgeriya Kirikaleyê kir. Di 12'yê Nîsana 1995an de bedena Ayşenur Şîmşek li goristana bêkasan hat dîtin. Li gorî otopsiyê Ayşenur 28'ê Çileya 1995'an hatiye kuştin. Li ser bedena wê şopên îşkencê hate dîtin. Bi ser bûyerê re 31 sal derbas bûn. Tu lêpirsîneke bi bandor pêk nehat. Kesên ku Ayşenur kuştin, hatin parastin.”   Îkbal Eren anî ziman ku ew bi bîra rayêdarên dewletê dixin ku windakirina bi zordarî li gorî hiqûqa navneteweyî sûc e û got: “Ji bo wê demboriya berpirsariya dewletê ji holê ranake. Di dosyeya Ayşenur de îhlala dewletê ye. Daxwaza me diyar e, biryara neşopandinê divê demildest bê rakirin. Heta ku heqîqat derkeve holê em ê li pey şopa windayan bin. Çend sal derbas dibe bila bibe jî em ê ji bo windayan edaletê bixwazin.”   Piştî daxuyaniyê Mirovên Şemiyê qerenfîlên di destê xwe de avêtin Qada Galatasarayê ku ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.