'Kurd destkeftiyên xwe diparêzin’ 2026-01-24 09:06:02   Rabîa Onver   AMED - Sabahat Erdogan Saritaş a DEM Partiyî da zanîn ku li Rojava destkeftî di hedefê de ne û wiha got: “Li vir meşandina pêvajoya aştiyê û li wir li Kurdan xistin nikare bê qebûlkirin.”   Piştî hevdîna Mazlum Ebdî û lîderê HTŞ’ê û serokomarê demkî yê Sûriyeyê El Şara ku 19’ê Çile de li Şamê hat kirin şûnde li Rojava gel li dijî êrîşan dest bi berxwedanê kir. Di vê pêvajoya ku destkeftiyên gelê Kurd hedef tê girtin seferberî hat îlankirin. Li Rojava gel derbasî xweparastina cewherî bû û li gelek bajarên Kurdistanê gel meşiyan xeta sînor û êrîşên HTŞ û çeteyan protesto kirin.   Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş êrîşên li hember Rojava nirxand.   ‘Destkeftiyên Kurdan wisa hêsan nehatin girtin’   Sabahat Erdogan Saritaş da zanîn ku ji 6’ê Çile de ye gel li ser piyane û li qadan xwedî linrix û axa xwe derdikevin. Sabahat Erdogan Saritaş wiha dirêjî dayê: “Niha pêvajoyeke diyalog û aştiyê heye. Ev pêvajo ji roja ewil de girane, li demê tê belavkirin daxwazên gel nayên dîtin. Ger li Tirkiyeyê pêvajoyek wisa bê meşandin û li wir jî êrîşê gel bê kirin ev nayê qebûlkirin. Gelê Kurd li kolanane û vê dubare tînin ziman. Divê em balê bikşînin ser vê rastiyê. Destkeftiyên Kurdan wisa hêsan nehatin bidestxistin. Bi bedelên giran hatin bidestxistin. Gelê Kurd ewladên xwe da ser.”   ‘Em di pêvajoyeke ku zilm li gel tê kirin derbas dibin’   Sabahat Erdogan Saritaş destnîşan kir ku li dijî şoreşa ku bi pêşengiya jinan pêk hatiye êrîş hene û wiha bi lêv kir: “Ev êrîş ne tenê li dijî gelê Kurd e. Heman demê de li dijî îrade, jiyaneke wekhev a Sûriyeyê ye. Li dijî aramiya Sûriyeyê ye. Em di pêvajoyeke ku zilm li gel tê kirin de derbas dibin.”   ‘Gelê Kurd bi salan e têdikoşe’   Sabahat Erdogan Saritaş di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku gelek aktor kaos û şer li gelên Sûriye û Rojhilata Navîn ferz dike û wiha anî ziman: “Tevî van hemûyan gelê Kurd bi salane têdikoşe şûnde gavê nvêje. Tevgera azadiya Kurd, Gelê Kurd modela jiyana li wir parast û ji 6’ê Çile de ye bala wan li Rojava ye. Ciwanên Kurd ji bo xwedî li modela jiyana li Rojava derkeve berê xwe didin wan û diçin cem wan. Ji ber vê jî em dibêjin ku yên duh banga 27’ê Sibatê kirin îro radibin dibêjin ‘birayê me Şara Kurd qetil kirin’ û pîroz dike. Bila ew runin bifikirin.”   ‘Kurd destkeftiyên xwe diparêzin’   Sabahat Erdogan Saritaş wiha dawî lê anî: “Li vir hûn pêvajoya aştiyê dimeşînin li wir hûn Kurdan qetil dikin. Lê gelê Kurd xwedî tecrubeye, tu car dest ji destkefiyên xwe bernade û bi rihê yekitiyê tevdigere. Bila îro biçin li qadên Silêmaniyê binêrin, li Hewlêrê binêrin, li Rojhilat, li Bakurê Kurdistanê binêrin, binêrin ku Kurd çawa yekitin û destkeftiyan diparêzin. Kurdê wê li her derê jiyana bi rumet biparêzin û destkeftiyên xwe teqez tacîdar bikin.”