Ji rêxistinên Femînîstên Antîkapîtalîst ji bo Rojava peyam 2026-01-23 20:35:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên Femînîstên Antîkapîtalîst ên li Katalonyayê ji bo parastina şoreşa Rojava peyama piştgiriyê şandin.   Piştî ku çeteyên DAÎŞ-HTŞ û yên girêdayî dewleta Tirk êrîşî şoreşa Rojava û destkeftiyên gelê Kurd û jinan kir, ji gelek deverên cihanê gelek rêxistin, sazî û gel peyamên piştgiriya Rojava şandin. Îro li Katalonyayê rêxistina Femînîstên Antîkapîtalîst ên Katalonyayê ji bo parastina şoreşa Rojava peyamek bi dîmen şandin.   Peyamê de ev yek hatin gotin:   “Berî 5 salan Femînîstên Antîkapitalist ên Welatên Katalan ava bû. Wek şêwazê xurtkirina tora di navbera hemû rêxistinên Femînîst ên welat ava bû. Ji roja yekemîn ve tevgera jinên Kurd li gel me bûn. Sala par di salvegera me ya 5’êmîn de silavên YPJ û tevgera Kurd ji me re hat û gelekî hêz da me. Di van salan de me niqaş, perwerde, têkoşin û piştgirî bihevre parve kir. Şoreşa jin ji bo me bûye pusula. Ji bo xurtkirina rêxistinbûna Femînîst, bi zanebûna ku têkoşîna me ji bo azadiya tevahî mirovahiyê ye em têdikoşin.   Li ser vî esasî em wekî Femînîstên Antîkapitalist ji Welatên Katalan dixwazin ev peyama piştgiriyê û hevgirtinê bişînin berxwedana gelê Kurd û bi taybetî jinên ku ji bo parastina şoreşê têdikoşin. Em ê jî Kobane biparêzin, Rojava biparêzin, destkeftiyên tekoşîna tevgera jinê li seranserê cihanê biparêzin.   Ji Welatên Katalan heya Kurdistanê: Jin Jiyan Azadî!