Li Bazîd, Amed, Êlih û Erzîromê çalaki: Bijî Berxwedana Rojava 2026-01-23 19:04:33       NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed, Êlih, Gever, Bazîd û Erzîromê çalakiyên ji bo piştgiriya bi Rojava re dewam dikin. Gelê Kurd li çar aliyan êrişên li ser Rojava û şirîkên wan ên sûc şermezar dike.   Li Gever, Bazîd, Erzîrom, Amed û Êlihê girseya gel daket qadan û êrişên li ser Rojava bi meş û daxuyaniyên çapemeniyê şermezar kir.   Colemêrg   Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo protestokirina êrişên li ser Rojava girse li navçeya Gever a Colemêrgê li pêşberî avahiya DEM partiyê civiya û bi pankarta “Rojava rûmeta me ye” û bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.   Piştî meşê Parlamenterê DEM Partiyê yê Geverê Onur Duşmez axivî û ev tişt got: “Em carekî din dibêjin me em di berxwedana Kobanê de bi ser ketin. Em ê îro li Rojava bi ser kevin. Heta dilopa xwîna me ya dawî em ê Rojava biparêzin.”   Agirî   Li navçeya Bazîd a Agiriyê girseyê xwest ku êrişên li ser Rojava bi meşê ve protesto bikin, lê meş ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Parlamentera DEM Partiyê Heval Bozdag, daxuyanî da û diyar kir ku gelê Rojava bi salan e li dijî DAIŞ’ê berdêlên giran dane û bi van êrişan destkefiyên gel tên hedefgiritn.   Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” ve bi dawî bû.   Erzirom   Li Erziromê ji bo protestokirina êrişan bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk meş hate lidarxistin. Piştî meşê Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beşta axivî û diyar kir ku gelê Kurd li çar aliyê cîhanê ji bo Rojava rabûne ser piyan û ev tişt got: “Ev sînor ji aliyê emperyalîstan ve hatiye xêz kirin. Xwişk û birayê me dema bên qetilkirin kes aram nabe. Kurd îro li mala xwe xef nakeve çavên wan.”   Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.   Êlih   Li Êlihê jin bi pêşengiya Tevgera Jinan a Azad (TJA) li hev kom bûn û bi armanca piştgiriya bi berxwedana li Rojava keziyên xwe hûnandin. Di axaftinan de hate ragihandin ku berxwedana jinên Kurd nîşaneya têkoşîna azadî û rûmetê ye.   Daxuyanî û çalakî bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bûn.