Li Pirsûsê posterê Abdullah Ocalan hat vekirin 2026-01-22 13:42:01   RIHA - Li Pirsûsê, berî meşa ber bi sînorê Kobanî ve, gel kom bû û posterêk mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir.   Gelê ku ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava ji aliyê HTŞ, DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, hatibûn navçeya Pirsûsê ya Rihayê, li Meydana Cumhuriyetê posterêk mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir.   Gelê ku berî meşa ber bi sînorê Kobanî ve li meydanê kom bû, posterêk mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi nivîsa "Jiyan bê rêber ne mimkun e" vekir. Piştî vekirinê, kesên li meydanê dirûşmeyên wekî "Bijî rêber Apo", û "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin.