Çeteyan êrîşî gorên şehîdan kirin 2026-01-21 13:42:58   NAVENDA NÛÇEYAN -Çeteyên Şamê piştî ketin bajarê Şedadê, bêrêzî li dijî gorên şervanên YPJ, YPG û HSDê kirin û gor xirab kirin.   Çeteyên girêdayî Şamê êrişî pakrewangeha bajarê Şedadê ya kantona Cizîrê kir. Komên çeteyan di êrîşê de bi sedan gorên şervanên HSD, YPJ, YPG û sivîlan lê hene xera kirin. Di dîmenê ku hatiye parvekirin de, çeteyek kêlên goran yek bi yek dirûxîne. Beriya niha jî pakrewangeha gundê Nebo yê herêma Şiqêf a bakurê rojavayê bajarê Helebê xirab kiribûn.