Siyasetmedarên Fransayê:Bêdengî îxaneta li Kurdan e 2026-01-21 01:57:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fransayê, parlementer û rêvebirên herêmî yên ji Eniya Gel a Nû (Nouvelle Union Populaire Écologique et Sociale), li dijî metirsiyên li ser Rojava bang kirin û gotin: “Em Kurdan neterîkînin. Bêdengî îxaneta li Kurdan e.”   Li Fransayê, parlementer û rêvebirên herêmî yên Eniya Gel a Nû, li dijî êrîşên li ser gelê Kurd ên li bakurê Sûriyê daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê weşandin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser metirsiyên li ser Kobanê û Hesekê û bang hat kirin: “Em Kurdan neterîkînin.”   Di daxuyaniyê de hate bibîranîn ku salek berê, di salvegera 10’emîn a serkeftina dîrokî ya li dijî DAÎŞ’ê li Kobanê de, ev serkeftin bi gel re hate pîrozkirin, lê îro êrîşên komên cîhadî yên girêdayî Colanî li Kobanê metirsiyeke mezin çêdike. Hate gotin ku Reqayê li gorî peymana agirbestê radestî hikûmeta demkî ya Colanî hate kirin, lê ev agirbest li qadê tê binpêkirin.   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên çeteyan li ser girtîgehên di bin kontrola Kurdan de metirsiya serbestberdana bi sedan endamên DAÎŞ’ê çêdike. Li gel vê hate rexnekirin ku hêzên navneteweyî yên koalisyonê yên li herêmê tu mudaxele nekirine û ev yek bi gotinên tund hate şermezarkirin.   Siyasetmedaran helwesta dîplomasiya Fransî û Ewropayê wekî “bêdengiyeke ker” binav kirin û gotin ku ev yek xiyaneteke eşkere li gelê Kurd e. Di daxuyaniyê de hate balkişandin ku şervanên jin û mêr ên Kurd li Rojava, nirxên demokratîk û azadiyê, bi taybetî jî azadiya jinê, bi berxwedana girseyî diparêzin.   Siyasetmedarên ku daxuyaniyê îmze kirin, bang li Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot kirin ku ji rêveberiya ji Colanî tavilê daxwaza agirbestê bike, komkujiyan rawestîne û li ser bingeha peymana 10’ê Adarê ji bo Sûriyeyeke demokratîk û pirrengî ji nû ve mûzakere dest pê bike.   Daxuyanî bi bangewaziya beşdarbûna çalakiyên piştgiriya gelê Kurd ên ku di rojên pêş de bên lidarxistin bi dawî bû.   Kesên ku daxuyaniyê îmze kirin ev in:   *Danielle Simonnet – Parlamentera Parîsê   *Thomas Portes – Parlamenterê Seine-Saint-Denis (LFI)   * Geneviève Garrigos – Endama Meclisa Bajarê Parîsê (PS)   * Jérôme Gleizes – Endamê Meclisa Bajarê Parîsê (EELV)   * Lamya Kiroani – Endama Konseya Parêzgeha Val-de-Marne (PCF)   *Dylan Boutiflat – Sekreterê Navneteweyî yê Partiya Sosyalîst (PS)