Ji bo Êzidiyan bang: Şengal çi be Rojava jî ew e 2026-01-20 13:40:27   Derya Ren   NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Koordînasyona Tevgera Jinên Azad a Êzidî (TAJÊ) Riham Hico, piştî  banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser, bang li Kurdên Êzidî kir û got, "Ev roj roja hebûn an nebûnê ye. Rojava çi be Şengal jî ew e. Wek Êzidî, werin em tevlî berxwedanê bibin."   Bangên seferberiyê yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên HTŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin hatiye ragihandin, ji aliyê mirovên ji çar aliyên cîhanê, bi taybetî ji Kurdistanê ve, ku derketin  kolanan, tê bersivandin.   Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico, li ser mijarê ji ajansa me re axivî û bang li  Kurdên Êzidiyan kir   Roja man û nemanê    Rîham Hico diyar kir ku wekî gelê Şengalê  ew li gel gelê Rojava ne û got, "Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Ev şer tenê bi cihekî ne sînordar e. Daîşa ku Şengal bi erdê re kir yek niha jî dixwaze heman tiştî li Rojava bike. Çawa li Şengalê bi ser neketîn dê li Rojava jî bi ser nekevin. Dê gelê me bi berxwedanê van êrîşan têk bibe. Roja roja berxwedanê ye. Çawa li Şengalê bi ser neketin dê li Rojava jî bi ser nekevin. Em tu carî xwe ji Rojava cuda nabînin."   Ji bo Êzidiyan bang   Rîham Hico diyar kir ku Şengal ji bo wan çi ye Rojava jî ew ê û got, "Ez bang li hemû Êzidiyan dikim  ku binin yek û em li Rojava xwedî derkevin Dîvê em bizanibin ku li hemberî kurdan êrîşeke top yekûn heye."