Rayedarê îranî: Herî kêm 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan 2026-01-19 15:28:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Rayedarekî îranî diyar kir ku di çalakiyên protestoyî yên Îranê de herî kêm 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û herî zêde jî sivîl li herêmên Kurdan hatine qetilkirin.    Çalakiyên protestoyî yên li Îran û rojhilatê Kurdistanê ji 28’ê Kanûnê heta niha berdewam in. Hat ragihandin ku gelek çalakvan di encama êrişên hêzên rejîmê de hatine qetilkirin.    Rayedarekî îranî ku nexwest navê xwe bide ji Reutersê re axivî û got ku di protestoyên heta niha de herî kêm 5 hezar kes hatine kuştin. Rayedarê îranî got ku ji van 500 jê ji “hêzên ewlekariyê” ne.    Rayedarê îranî anî ziman ku herî zêde sivîl li herêmên Kurdan hatine kuştin û got: “Em ne li bendê ne ku hejmara kuştiyan pir zêde bibe.”    Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ku navenda wê li DYA’yê jî ragihand ku hejmara kuştiyan derketiye 3 hezar û 919 kesan.