Li gelek bajaran wê meşên ‘seferberiyê’ bên lidarxistin 2026-01-18 19:40:50     AMED - Li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dê di navbera 19-21’ê Çileyê de li gelek navendan meş werin lidarxistin.    Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo şermezarkirina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di navbera 19-21’ê Çileyê de li gelek navendan derdikeve qadan. Di vê çarçoveyê de dê li bajarên wekî Amed, Riha, Êlih, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Mêrdîn, Mersîn, Edene, Sêrt, Stenbol û Îzmîrê meş werin lidarxistin.