Li kantona Cizîrê qedexeya giştî ya çûn û hatinê hat ragîhandin 2026-01-18 18:33:31     NAVENDA NÛÇEYAN- Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê qedexeya giştî ya çûn û hatinê li bajar û bajarokên kantonê ragihand.   Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armnaca parastina ewlehî û aramiyê, îro qedexeya giştî li tevahî bajar û bajarokên kantonê ragihand.   Desteyê da zanîn ku qedexe ji saet 07.00an êvarê heta bi saet 07.00an sibehê ye, tenê çûn û hatin ji hêzên leşkerî û ewlehî re rawa ye. Desteyê bang li şêniyan kir ku pabendî talîmatên derketine bin û niha jî ev biryar heta demeke nediyar dikeve pratîkê.