Şîlan Kobanê: Lî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gaza kimyewî bi kar anîn 2026-01-17 09:48:37   Derya Ren   RIHA - Fermandara Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Şîlan Kobanê diyar kir ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çekên giran hatine bikaranîn û got, "Di êrîşan de çekên kîmyewî hatin bikaranîn."   Êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di 6'ê Çile de berdewam dikin. Di êrîşan de bi dehan kes hatine kuştin û bi sedan kes birîndar bûne. Deniz Çiya, Hawar Qendîl, Rojbîn Amara, Dilbirîn Qamişlo û Feraşîn Efrîn, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ji bo nekevin destê çeteyan û parastina taxên xwe çalakiyek fedaî pêk anîn. Di vê qonaxê de, Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlum Ebdî bi navbeynkariya hêzên navneteweyî agirbest herêmê ragihand û veguhestina sivîlên birîndar ji her du taxan dest pê kiriye. Ji aliyekî din ve, tê ragihandin ku çeteyan bi sedan kes, di nav de jin û zarok, ji her du taxan revandine.   Fermandara Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Şîlan Kobanî, li ser rewşê nixandin kir.   'Gel li ber xwe da'   Şîlan Kobanî diyar kir ku her du tax 14 salan bi hêzên xweparastinê xwe parastine û got, "Gelê me ewqas salan li hember hemû êrîşan li ber xwe da. Bi hatina HTŞ'ê re, du caran êrîşî me kirin. Di êrîşa dawî de, me bi hêzên xwe êrîş paşve xistin. Lêbelê, wan hemû çekên xwe yên teknîkî û giran bikar anîn. Tevî ambargoya ku bi mehan hatibû ferzkirin jî, gelê me berxwedanek mezin nîşan da."   'Çekên kimyewî bi kar anîn'   Şîlan Kobanî, di êrîşên dawî de tekez kir ku HTŞ ne bi tenê bû û got: "Heta çekên ku di êrîşan de hatine bikar anîn ne yên artêşa Sûriyeyê bûn. Ew çekên Tirkiyeyê bûn. HTŞ'ê bi tenê ev êrîş nekir. Di nav wan de biyanî jî hebûn. Wan zimanên cûda jî bi kar dianîn. Herî dawî, wan li her du taxan çekên kîmyewî bi kar anîn. Wan hewl da ku îradeya gelê me bişkînin, lê gelê me di her şert û mercî de li ber xwe da."   'Em mirinê tercîh dikin û em teslîm nabin'   Şîlan Kobanî, diyar kir ku her du tax pêşî ji aliyê HTŞ'ê ve hatin bombebarankirin û dû re jî bi çekên giran êrîş li wan hat kirin û got, "Tevahiya cîhanê êrîş dît, lê bêdengî hebû. Em bi komkujiyekê re rû bi rû man. Em ê tu carî îradeya xwe teslîm nekin. Em ê her tim bi gelê xwe re bin. Wan xwest ku em teslîm bibin, lê me ev yek qebûl nekir. Ji bilî çekên herî giran, li dijî her du taxan çekên kîmyewî jî hatin bikaranîn. Peyv nikarin hestên me vebêjin. Hevalên me çalakiyên fedaîyane kirin. Cenazeyên me hatin îşkencekirin. Şer jî exleqekî wî heye. Lê me dît ku li vir exlaqê şer tune bû. Wekî gelê Kurd, me berxwedan, ne teslîmbûn. Bila gelê me bizanibe ku em ê her tim li ber xwe bidin û wan biparêzin. Em mirinê tercîh dikin, lê em teslîm nabin."