10 sal in li cenazeyê zarokê xwe digere: Yekane daxwaza min aştî ye 2026-01-17 09:03:07   ŞIRNEX - Ayşete Atabay ya ku di pêvajoya qedexeyên derketina derve ya li Kurdistanê kurê xwe winda kir û 10 sal e li cenqazeya zarokê xwe digire wiha got: “Ez dixwazim cenazeya zarokê xwe bibînim. Daxwazek min ya din tune ye. Di xew de jî zarokê xwe dibînim û hişyar dibim. Me pir êş kişand. Ji ber vê em aştiyê dixwazin.”   Li gelek bajarên Kurdistanê di 2015’an de qedexeyên derketina derve hatin îlakirin. Li Sûr, Gever,Nisêbîn û Cizîrê. Gelê Kurd di pêvajoya qedexeyê de bi gelek zext û pêkanîn re hat rû hev. Gelê Kurd ku bi salane têkoşînek mezin dide di qedexeyan de êşên mezin jiya. Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibatê re, gel tevî hemû êşên jiyan ji bo aştiyê têdikoşin.   Nesîm Atabay di qedexeyên derketina derve ya Cizîrê de  ku xwendekarê zanîngehê bû dest ji zanîngehê berda û j bo piştgiriya berxwedana Nisêbînê çû wir. Dayika Nesîm Ataybay, Ayşete Atabay da zanîn ku bi salane li cenazeyê kurê xwe digire û got yekane daxwaza wê dîtina cenazeyê kurê wê û pêk hatina aştiyê ye.   Ayşete Atabay êş, berxwedan û daxwaza aştiyê ji ajansa me re nirxand.   ‘Dema em ji malan derketin me tu tiştekî xwe negirt’   Ayşete Atabay ev tişt anî ziman: “Dema qedexeyên Cizîrê em jî li Cizîrê bûn. 25 rojan em asê man. Av jî tunebû. Me nizanibû ku qedexe evqas bidomin. Xurekên me têr tune bûn. Em bi rojan birçî man. Me nikaribû nimêj bikira. Tevî her tiştî em ne ji bo xwe ji bo zarokên xwe ditirsiyan. Ji ber ku zarokên me li kolanan bûn. Di roja 21’ê qedexeyê de gotin wê çeteyên DAIŞ’ê bên êrîş bikin. Me nizanibû em çi bikin. Ji bo em ji hundir derkevin min alek spî girt û derketim derve lê gule reşandin. Roja din leşker hatin û xwestin me ji vir derxînin. Dema em ji mala xwe derketin me tu tiştekî xwe negirt.”   ‘Em li zarokên xwe geriyan’   Ayşete Atabay kesên di bodruman de hatine qetilkirin bibîr xist û wiha vegot: “Gelê sivîl di bodruman de asê man. Mehmet Tunç her roj alîkarî dixwest. Lê hemû di wir de şewitandin. Me her cureyê tundî û xizanî, birçîbûnê dît. Wê demê zarokekî min tevli PKK’ê bibû. Kurê min yê din li Enqereyê zanîngeh dixwend. Wê demê winda bû. Em vegeriyan malê em li zarokê xwe geriyan. Piştre kurê min xwe gîhand me got ji bo piştgiriyê çûye Nisêbînê.”   ‘Ez êdî naxwazim cenazeyan bibînim’   Ayşete Atabay di berdewamiyê de wiha got: “Her roj ji Enqere û Nisêbînê telefon dihatin. Em li cenazeyê zarokên xwe digeriyan. Em ji bo cenazeyê çûn gelek bajaran. Polîsan her roj bi ser mala de digirt.Wêneyên zarokên me parçe dikirin, heqeret dikirin. Zirar didan alavan. Ez 10 sale li cenazeyê kurê xwe digerim. Her tim tê xewna min. Me her êşek kişand. Me cenazeyên şewitî dîtin. Me cenazayên ku bedena wan ne tame dîtin. Li vir li ber çavên me 6 ciwan qetil kirin. Ez dest ji têkoşîna xwe bernadim. Ez êdî naxwazim cenazeyan bibînim. Kezeba min şewitî bila ya kesên din neşewite. Em ji tu tiştekî natirsin.”   ‘Bila aştî pêk bê’   Ayşete Atabay wiha dawî lê anî: “Tevî her tiştî em aştiyê dixwazin. Bila ciwan êdî nemirin. Em aştî û wekheviyê dixwazin. Bila tu dayik negirîn. Em ji bo aştiyê li ser piyane. Daxwaza min dîtina cenazeya kurê min e û pêkhatina aştiyê ye.”