UNICEF: Ji ber pevçûnên dawî li Helebê hezar û 229 kes koçber bûne 2026-01-16 14:22:17   NAVENDA NÛÇEYAN - UNICEF’ê eşkere kir ku ji 11’yê Çileyê ve hezar û 229 kes ku 298 jê zarokin, ji Helebê gihiştine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.   UNICEF’ê ragihand ku zêdebûna şer û pevçûnên dawîn li Helebê û derdora wê zarok û malbatên wan neçar kirine ku ji malên xwe derkevin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ewlehiyê bibînin.   Li gorî daneyên UNICEF’ê, ji 11’yê Çileyê ve hezar û 229 kes ku 298 jê zarokin, piştî ku serpêhatiyên dijwar derbas kirin, gihiştin stargehên li Reqa, Tebqa, Hesekê û Qamişloyê.   Di 6’ê Çileyê de, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê rastî êrişên dijwar ên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê hatin. Di encama topbaranê de gelek sivîl şehîd û birîndar bûn û bi sedan jî koçber bûn.