ÎKP: Êrîşên li Rojava têkoşîna jinê hedef dike 2026-01-15 21:28:14   ÎZMÎR - Platforma Jinan a Îzmîrê der barê êrîşên li ser Helebê daxuyanî da û diyar kir ku armanca êrîşên li ser Sûriye û Rojava tunekirina fikra jiyana azad û şikandina vîna jinan e.   Platforma Jinan a Îzmîrê ji ber deriyê avahiya OSYM’ê heta ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan meşek li dar xist û dawiya meşê de daxuyaniyek da. Di meşê de girse dirûşmên ‘Bijî berxwedana jinan’, ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Bijî ji wan jinên ku li Rojava li ber xwe didin” û “Dîsa dîsa serhildan, azadiya Kurdistan” berz kirin û dovîzên “Jin, Jiyan,Azadî” bilind kirin.   Newroz Çelîk li ser navê platformê daxuyanî xwend. Newroz Çelîk sedema civîna jinan wiha anî ziman: “Em îro li dijî dorpêça cîhadîst a ku ber bi Rojava ve diçe û polîtîkayên şer ên ku îdiaya jiyana azad a jinan ji xwe re dike hedef dengê xwe bilind bikin, li hev civiyane.”   Newroz Çelîk di daxuyaniyê de bal kişand ser hovîtiya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û got: “Li wir jineke kurd dawî li jiyana xwe anî lê mixabin piştî dawî li jiyana xwe anî bedena wê hate teşhîrkirin û ew ji avahiyekê hate avêtin. Şerên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê rasterast karaktera şeran bi me da nîşan. Di şer de bedena jinan, rasterast hedef e. Armanc ew e ku vîna jinan bê şikandin, civak teslîm bê girtin û fikra jiyana azad bê tunekirine.”   Newroz Çelik di vê çarçoveyê de daxwaziyên Platformê wiha yek bi yek rêz kir:   “*Divê êrîşên li ser Sûriyeyê demildest bêne rawestandin.   *Divê ji bo taxên ku di bin bandora şer de ne, korîdora mirovî bêne vekirin.   *Divê êrîşên li ser Rojava bi dawî bibin.   *Divê qadên têkoşînê û destkeftiyên ku jinan ava kirine, bêne misogerkirin.   *Divê sûcên şer ji aliyê mekanîzmayên navneteweyî yên serbixwe ve bên lêkolînkirin û kujer bêne darizandin.   *Divê dawî li destwerdanên emperyalist bêne anîn.”   Di dawiya daxuyaniyê de Newroz Çelik bang li saziyên navneteweyî, rêxistinên jinan û raya giştî ya demokratîk kir û got: “Li dijî sazûmaniyên cîhadîst, desthilatdarên herêmî û hêzên emperyalist bibin yek û bikevin nava liv û tevgerê.”