Li gelek bajarî êrîşên li dijî Helebê hatin protestokirin 2026-01-13 18:10:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran bi hezaran kes dakete kolanan û êrişên komên paramîlîter ên li dijî Helebê şermezar kirin. Welatiyan got: “Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye, teslîm nayê girtin.”   Êrişên komên paramîlîter ên girêdayî HTŞ’ê û dewleta Tirk ên li ser taxên Kurdan ên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li gelek bajaran bi çalakiyan hate protestokirin.   Mêrdîn   Platforma Saziyên Demokratîk, li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakî li dar xist. Welatiyên li têketina Taxa Cevîzpinarê kom bû, bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Şexmeqsûd”, “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Rojava rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “Bijî Serok Apo” meş li dar xist. Di meşê de pankarta “Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li mirovahiyê ye” hate hilgirtin. Di dema meşê de dirûşm hatin berzkirin û girse heta Qada Cumhuriyetê meşiya.   Piştî meşê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Nîlûfer Elîk Yilmaz axivî û got: “Gelê Kurd, di qonaxeke dîrokî de ye. Bila her kes bizane ku gelê Kurd ev 100 sal in li ber xwe dide. Gelên Kurdistanê û xaka Kurdistanê şahidê vê ye. Gelê Kurd rastî gelek komkujiyan hat lêbelê tu caran paşvegav neavêt û serî netewand. Bila her kes bizane ku gelê Kurd dê her li ser pêya be. Heta ku maf û statuya xwe digire jî dê dev ji têkoşîna xwe bernede. Kurdistan yek parçe ye. Serkeftina Rojava serkeftina Rojhilat e. Serkeftina Rojhilat jî serkeftina Rojava, Başûr û Bakur e.”   Wekîla DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altinê jî îşaret bi komkujiyên li dijî gelê Kurd kir û got: “Gelê Kurd, heta niha ne tenê ji bo xwe lê ji bo hemû gelên cîhanê têkoşiya. Em ê komkujiyên li dijî Kurdan qebûl nekin. Li Rojava, paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aj da û gelên li wir bi hev re jiyanek ava kir. Tevî her êrişan jî ev paradîgma dê bi ser keve. Banga me ji bo saziyên navneteweyî ew e ku li dijî van sûcên li dijî mirovahiyê yên li dijî Kurdan bêdeng nemînin. Em ê xwe bi hêza xwe birêve bibin û jiyaneke nû ava bikin. Em xwedî li xwe, xaka xwe, welatê xwe, ziman û çanda xwe derkevin.”   Bername, bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.   Sêrt   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Sêrtê jî li ser Cadeya Guresê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bêdengiya li dijî Rojava hevkariya sûc e” hate hilgirtin. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Zozan Akdogan di daxuyaniyê de axivî û got ku bi êrişkirina ser sivîlên li Helebê re her wiha êrişî wijdana hevpar a mirovahiyê hatiye kirin. Zozan Akdogan Nasê got: “Bi awayekî sîstematîk hedefgirtina taxên Kurd û Suryanan, bi awayekî aşkera binpêkirina mafê jiyanê ye.”   Bi domdarî Zozan Akdogan Nasê bi lêv kir ku divê Tirkiye li dijî van êrişan bi berpirsyartiyeke çêker rabe û got: “Ev helwest dê ne tenê îstîqrara li herêmê, di heman demê de dê zemîna hiqûq û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê jî xurt bike.”   Daxuyanî, bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava xeta me ya sor e” bi dawî bû.   Êlih   Li Êlihê jî bi pêşengtiya TJA’yê li ser Cadeya Gulistanê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de p*ankarta “Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye, nayê teslîmgirtin” hate hilgirtin. Meral Kaptan a TJA’yî di daxuyaniyê de axivî û got ku xeta “Jin, jiyan, azadî” ne tenê dirûşme û got: “Jiyana jinan, îradeya jinûveavakirina civak û pêşerojê ye. Ev îrade, bi berxwedana li dijî qirkirina jinan, dagirkerî û şer mezin bûye. Îro li dijî Rojava êriş tên kirin û yekser destkeftiyên jinan hedef tên girtin. Civaka demokratîk û îdiaya jiyana azad hedef tê girtin.”   Piştî daxuyaniyê, girseyê heta avahiya DEM Partiyê ya bajêr meş li dar xist. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî”, “Şehîd namirin” ,“Rojava rûmeta me ye” û “Rojava Rojhilat ei Kurdistan yek welat e” berz kir.