Li dijî êrişên li ser Helebê li Êlihê çalakî hat lidarxistin 2026-01-12 22:41:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û DBPê yên Êlihê li dijî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê meşê li dar xistin.   Bi pêşengiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û DBPê li dijî êrîşên çeteyên hikûmeta demkî ya Şamê ku Tirkiye pirşgiriya wan dike yên li ser  taxên Şêxmeqsûdê, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê çalakî li dar xistin. Ciwanên Êlihê ji bo xwedîderketina li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd li taxa Îpragazê ya Êlihê meşayan û çalakî li dar xistin.   Her wiha ciwanan fîşekên hewayî teqandin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana QSD” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Piştî demekê ciwanan dawî li çalakiya xwe anîn.