Li Şengalê ji bo Şêx Meqsûd û Eşrefiye çalaki 2026-01-12 22:37:36   NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda Şengalê ji bo bîranîna şehîdên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Sûka Kevin mûm pêxistin û gotin bila cihan li hemberî vê hovîtiyê bê deng nemînin.   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi beşdarbûna endamê Meclîsa Xweser a Şengalê vê êvarê li Sûka Kevin bi pêxistina mûman şehîdên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi bîr anîn.   Di çalakiyê de Endama Komîteya Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham Şengalî axivî:   Di axaftina xwe de Suham Şengalî diyar kir ku ew wekî jinên Êzidî li Sûka Kevn de kombûne û wiha dewam kir: “Me wekî jinên Êzidî ji bo bîranîna şehîdên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê mûm pêxistin. Em hemû şehîdên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku heta dawî şer kirin û parastina ax û gelê xwe kirin bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî bîranînê wan ditewînin. Ev sûka Şengalê jî sûkek dîrokî ye. Di salên 2014 û 2015’an çawa ku qehremanên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li dijî çeteyan şer kirin û şehîd ketin, gelek qehremên Şengalê jî li vê Sûka Kevn de li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û şehîd ketin. Em wan şehîdan jî bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin. Em wekî jinên Êzidî li vir kiryarên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Şamê ku li beramberî jin, zarok û sivîlan bi awayekî hovane qetlîam pêk anîn bi tundî şermezar dikin. Em jê vê derê, ji cihê berxwedanê Şengalê bangî cihanê dikin ku li beramberî van kiryarên hovane bê deng nemînin. Em careke din di şexsê şehîdê mezin Ziyad Heleb de hemû şehîdên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin.”   Çalakî piştî dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.