35 birîndarên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin derxistin gihîştin Hesekê 2026-01-11 14:26:07   NAVENDANÛÇEYAN- 35 kesên di berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê birîndar bûn gihîştin bajarê Hesekê.   35 kesên di berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê birîndar biûn,  di saetên sibê de ji wan taxan hatin derxistin, gihîştin bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê.   Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA), birîndar ji bo dermankirinê veguhestin Nexweşxaneya Şehîd Sarya ya li bajêr û tê payîn ku di demjimêrên pêş de hin birîndarên din jî bigihêjin.   Sîvîl hedef hatin girtin   Di 6`ê Çileyê de, çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Helebê kirin. Çeteyan çekên giran û balefirên bêmirov ên Tirkiyeyê dijî sivîlên li wan taxan bi kar anîn, di encamê de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.