Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Yên di otobusan de sivîlên hatine koçberkirinê ne 2026-01-10 20:33:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê ragihand ku îdiayên çeteyên hikumetê dibêjin ew hêzên Şêxmeqsûdê bi otobusan derdixin, derew in, lê sivîlên revandine xistine otobusan û bi darê zorê koçber dikin.   Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê bi daxuyaniyekê îdiayên ragihandina çeteyên hikumetê derewandin.   Hêzan di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:"Bi hewldana xapandina raya giştî ragihandina komên hikumeta Şamê û alîgirên wê îdia dikin ku hêzên me bi basan derdixin, lê ev derew e. Ew sivîlên ku 5 roj e di bin topbarana wan a hovane li dijî taxa Şêxmeqsûdê de, koçber dikin. Em diyar dikin ku ev îdia bi temamî derew in, lê dîmenê xuya dike ew e ku sivîlan bi darê zorê koçber dikin, herwiha ciwanên ku komên hikumetê revandine xistine basan."