Cenazeya Elîf Kumal ku 8 roj bûn winda bû hat dîtin 2026-01-04 20:32:58 NAVENDA NÛÇEYAN- Cenazeya Elîf Kumal ku li navçeya Erdek a Balikesîrê kamp dikir û hat îdiakirin ku ji herêmê bi wesayîta xwe vegeriyaye, hat dîtin.   Ji Elîf Kumal ku li navçeya Erdek a Balikesîrê kamp dikir hat îdiakirin ku ji herêmê bi wesayîta xwe vegeriya 8 roj in agahî nedihat girtin.   Xebatên ji bo Elîf Kumal hatin destpêkirin didomin. Bi 41 wesayît, 11 dron û 414 kesî li herêmê lêkolîn tên kirin. Li herêma ku bahoz bi bandore, ekîb sewqê taxên Edîcîk a Bandirmayê, taxên Tatlisu, Ormanli û Ballipinar a Erdekê  hatibûn kirin.   Cenazeya Elîf Kumal li herêmê hat dîtin. Der barê bûyerê de lêpirsîn hatin berfirehkirin.