Ji 105 mamosteyî daxuyanî:Yekitî dikare dîwarên bêdengiyê hilweşîne 2026-01-04 18:39:06    NAVENDA NÛÇEYAN- Mamostayên Parêzgeha Xozistan ya Îranê daxuyaniyek dan û wiha gotin: “Yekitî dikare dîwarên bêdengiyê hilweşîne. Em banga xurtkirina çalakiyan dikin.”   Her diçe çalakî û xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de 105 mamosteyên Parêzgeha Xozistan ya Îranê daxuyaniyek dan.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hejarî, neyeksanî û têkdana sîstema perwerdeyê jiyana bi milyonan kesî xistiye nava aloziyê û ev gotin: “Weke hilgirên meşaleya hişyariyê nikarîn li hemberî girtina hêviyên nifşên pêşerojê bêdeng bimînin.”   Mamosteyên daxuyanî îmze kiribûn bang li hemû mamosteyan kir ku cihê xwe di rêzên xwepêşanderan de bigirin û got: “Li gorî wan tenê yekgirtin dikare dîwarên bêdengiyê hilweşînin, rêya guherîna rasteqîn ya li welat vekin.”