Girtin û revandina jinên Belûc hat şermezarkirin 2025-12-31 14:44:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Belûcistana Azad, revandin û girtina kêfî ya jinên Belûc bi çalakiyek şermezar kir.   evgera Belûcistana Azad (FBM) li bajarê Manchester ê Îngîltereyê, revandin û girtina jinên Belûc şermezar kir. Di çalakiyê de ji Partiya Karkeran a Sosyalîst Geoff Brown, ji Tevgera Em Guherînê Dixwazin (We Demand the Change) Markus West, Rajî Baloch û Nobat Marrî axivîn.   Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku di mehên borî de zexta dewletê li dijî jinên Belûc zêde bûye. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku jin ji malên xwe tên revandin û bi zorê tên windakirin. Hat destnîşankirin ku Pakistan û Îran hewl didin berxwedana gelê Belûc bitepesînin û zextên li dijî jinên Belûc di rojên dawî de zêde bûne, ev jî encama van polîtîkayan e.   Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku di sala 2022’yan de piştî nimêja Înê, qetilkirina Jîna Emînî û Maho Balûcî ya 15 salî ku ji aliyê polîsan ve rastî destdirêjiyê hatibû, kesên ku ev yek şermezar kirin, hêzên ewlehiya Îranê gule li wan reşandin û herî kêm 80 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di  daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Pakistanê, piştî serxwebûna Belûcistanê zext zêde bûne û piştî zêdebûna desteka ji bo tevgerên serbixwe, gelek jinên ku di nav de jinek 8 meh ducanî hebûye hatine revandin û tu agahî jê ji wan nehatiye girtin.   Di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya piştevaniya navnetewî û bang li gelê Îngiltere kir ku li dijî zextên beramberî gelê Beluc, zextê bikin.