Seroka Giştî ya Komeleyên Çanda Elewiyan: Aliyek bi daxwaz aliyek jî mijûl dike 2025-12-31 09:04:29   Neslîhan Kardaş   ŞIRNEX - Seher Şengullu Yilmaz der barê pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest pê kir û saleke didome de axivî û got: “Em Tirkiyeyek ku hemû welatî hemû gel xwe cuda hîs nakin ava bikin, wê demê em dikarin behsa aştî, demokrasî, wekheviyê bikin.”    Piştî banga ‘Aştî û civaka Demokratîk’ a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin şûnde li Tirkiye û Kurdistanê pêvajoyek nû dest pê kir.Banga ku li tevahiya Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn kir li cîhanê deng da. Bi pêvajoyê re gelek gavên şênber hatin avêtin. Lê ji aliyê desthilatdariyê Ve hîna gavek şênber nehatiye avêtin. Ev jî pêşî li avakirina aştî û civaka demokratîk digire.   Seroka Giştî ya Komeleyên Çanda Elewiyan Seher Şengullu Yilmaz der barê pêvajoyê de ji ajansa me re axivî.   ‘Aliyek bi daxwaz aliyek mijûl dike’   Seher Şengullu Yilmaz da zanîn ku hewcedariya gel bi aştî, wekhevî û demokraisyê heye û got: “Li vî welatî axaftina aştiyê hêviyê dide. Pêvajo hinek hêdî an jî tê xetimandin. Aliyek bi daxwaz aliyê din hinek mijul dike. Li vî welatî yek ji civaka herî zêde hewcedariya wê bi aştiyê heye Elewîne. Em ji Mereşê tên vir û em niha li Şirnexê ne. Me canên xwe yên 47 sal berê li Mereşê hatin qetilkirin bibîranî.”   ‘Belê ev aştî wê bê’   Seher Şengullu Yilmaz got gelê Elewî piştgiriyê dide pêvajoyê û wiha got: “Aliyekî têkoşîna bi salan meşand bi yek gavekê bidawî kir. Lê îro yên welat bi rêve dibin hinek xwe didin alî. Birêz Bahçelî bi cesaret tevdigere.  Serdanên Îmraliyê gavên dîrokî ne. Lê hevkarên desthilatdariyê hinek didin zorê. Belê ev aştî wê pêk bê. Her kes di bendewariyê de ye. Divê her du alî jî samî mîn bin. Divê bi êşan re bi rastiyan re bên rû hev.”   ‘Em daxwaza xwe dubare dikin’   Seher Şengullu Yilmaz da zanîn ku hemû aliyên civakê di mijara aştiyê de hemfikrin û got: “Em li welatekî demokratîk najîn. Em rastî newekheivyan tên. Em welatiyÊn Elewî wê di her mijarê de daxwazên xwe dubare bikin. Em ê daxwaza welatîbûna wekhev her tim bînin ziman. Em Tirkiyeyek ku hemû welatî hemû gel xwe cuda hîs nakin ava bikin, wê demê em dikarin behsa aştî, demokrasî, wekheviyê bikin.”